NÇM her kesî vedixwîne 'Berbangê'!

img

STENBOL - Hunermend Genim ji bo konsera ku dê bi boneya 30 saliya NÇM'ê bê lidarxisin, bang kir: "Em bi hêvî û coşa ku ronahiya ewil a berbangê li mirovan peyda dike, em ji bo konserê gazî gelê xwe dikin." 

Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) ku di 27'ê Îlona 1991'ê de hat avakirina, 30 sal in bênavber xebatên xwe didomîne. NÇM ku bi xebateke komunal çanda kurdî digihîne girseyên mezin, dê di 16'ê Cotmehê de bi boneya 30 saliya xwe konserekê li dar bixe. Konser dê bi dirûşmeya "berbang" saet di navbera 18.00-24.00'an de li Navenda Çandê ya Bostanciyê bê lidarxistin û ji bo vê amadekarî tên kirin. Dê di konserê de hunermend Xêro Abbas, Gulseven Medar, Mikaîl Aslan, Koma Jinên Sûrê, Ferit Elalmiş, Engîn Cengîz, Denîz Esmer, Genim, Weysî Ermîş, Nûray Baliktir, Ûgûr Can, Nûrcan Degîrmencî, Rûken Yilmaz, Umît Ûçar, Mervan Tan, Nûrhak Kilagoz û Talat Yeşîl bistrên. HEr wiha dê Koma Folklorê ya Jinan a Sulfê, Koma MA Muzîk û HInek Henek jî bi lîstik û stranên xwe li ser dikê bin. 
 
Solîstê Koma Çiya Genim, derbarê xebatên NÇM'ê û konserê de axivî. 
 
NÇM Û ÇANDA KURDÎ
 
Genim, anî ziman ku NÇM tevî hemû zext û zoriyan jî ji bo çand û zimanê kurdî bênavber xebitiye û bi taybetî ji bo ciwanan ku daxilî nav çand û hunerê bûne, xwedî tevkariyeke mezin e. Genim, bilêv kir ku di vê pêvajoya dawî de piştî komeleyên girêdayî wan ên li bajarên din hatine girtin, berpirsiyariya wan zêde bûye û got: "NÇM, di warê arşîva çand û hunera kurdî de xwedî keleporeke girîng e. Gava mirov di vê çarçoveyê de lê mêze bike, dê bibîne ku tevkariyeke mezin li çanda kurdî kiriye û xwediyê mîrateyeke hunerî ya mezin e." 
 
GIRÎNGIYA KONSERÊ
 
Genim, destnîşan kir ku ji salên 90'î heya nıha gelek hunermend, rewşenbîr û muzîkjen di bin banê NÇM'ê de gihane. Genim, bilêv kir ku di vî warî de Mûsa Anter û Alî Temel xwedî kedeke mezin in.
 
Genim, bal kişand ser zext û zoriyên ku navend pê re rû bi rû dimîne. Genim, diyar kir ku ji roja ku navend hatiye avakirin heya niha tim bi zext û qedexeyan re rû bi rû mane û got: "Em di 30 saliya xwe de dixwazin vê qirkirin û bişavtina li ser çanda kurdî bi çalakiyên bi vî rengî bişikînin. Lewma coş û beşdarbûna çalakiya îsal ji bo me girîng e." 
 
Genim, bilêv kir ku li gel polîtîkayên zext û tepisandinê jî tim bi coş in. Genim, diyar kir ku hin sedemên vê hene û wiha domand: "Gelek sedemên vê hene. Yek, em kurd in. Di nav edalet û qanûnê de tu temînateke me tune ye. Ya ku coşa me zînde dike têkoşîna gelê me û dînamîkên wê ne. Em hebin û tune bin jî dê çanda kurdî tim bidome. Em tenê hilgirên îro û sibê ne. Ji ber vê divê em xwe bi awayekî hîn hêztir hilgirin siberojê. Em hewl didin coş, hêvî û dilşadiyya gelê xwe bi stranên xwe hilgirin ji bo siberojê." 
 
30 SAL IN BÊNAVBER DIXEBITE
 
Genim, bibîr xist ku NÇM di heyameke ku gelek kurd ji bajarên xwe koç dikirin hatiye avakirin û ji bo vê ev tişt gotin: "NÇM, di demeke ku bişavtin pir zêde bû hat avakirin. 30 sal in heye. Di warê çand û hunera kurdî de xwedî cihekî girîng e. Gel, heya niha me çi çalakî kiribin, xwedî li wan derketiye. Dê gelê me bi awayekî xurt xwedî li vê şahiya me jî derkeve." 
 
VEXWANDIN
 
Genim, bal kişand ser dirûşmeya konserê jî û herî dawî ev tişt gotin: "Berbang, tê wateya ragihandina rizgarî, hêvî û hunerê ji bo siberojê. Li gor me jî, berbang nêzî me ye. Em yeqîn dikin ku rizgariya gelê me pir nêz e. Lewma me dirûşmeya xwe wekî 'Berbang' diyar kir. m bi hêvî û coşa ku ronahiya ewil a berbangê li mirovan peyda dike, em ji bo konserê gazî gelê xwe dikin."
 
MA / Esra Solîn Dal