LaWje wê li Êlih û Amedê konsere bide

img

NAVENDA NÛÇEYAN - LaWjê ya ku muzîka kevneşopiya Colemêrgê berhev dike û distire, wê bi klasîkên kurdî li Êlih û Amedê konserê bide. 

 
LaWje ya ku muzîka kevneşopiya Colemêrgê berhev dike, bi “LaWje’yên evîniyê” ku ji klasîkên kurd pêk tê, dê li Êlih û Amedê konseran li dar bixe. LaWje, wê di 15’ê Cotmehê de li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Amedê û li 16’ê Cotmehê jî li Navenda Çanda Cahît Sitki Taranci ya Amedê, derkeve ser dikê.
 
LaWje wê berhemên Seîd Yusif, Aram Tîgran, Mihemed Arif Cizîrî, Hesen Cizîrî, Susika Simo, Rêncber Ezîz, Tehsîn Taha, Erdewan Zaxoyî, Eyaz Yusif Zaxoyî, Ebdilwahid Zaxoyî, Mihemmed Taha Akreyî, Mihemed Şêxo, Hozan Serhat, Hesen Şerîf, Şivan Perwer, Meyrem Xanê bi tarzê xwe pêşkeşî guhdarvanan bike.  
 
LaWje ya bi organizasyona Amîdart û Yenîsahneyê derkeve ser dike, plan dike ku di vê pêvajoyê de li bajarên cuda jî konseran li dar bixe.