Pirtûka dîrokzan Bayrak a derbarê dîplomasiya kurdî de derket

img

ENQERE - Dîrokzan Mehmet Bayrak, hewldan û pevnivîsên dîplomatîk ên di dîroka kurdî de di pirtûka xwe ya bi navê "Ateş-Kan-Barut Günlerinde Kürt Diplomasisi” bi yek kirin. 

Dîrokzan Mehmet Bayrak, hewldan û pevnivîsên dîplomatîk ên di dîroka kurdî de di pirtûka xwe ya bi navê "Ateş-Kan-Barut Günlerinde Kürt Diplomasisi” bi yek kirin. Pirtûk ji Weşanên Ozgeyê derçû û di pirtûkê de "Daxwaznameya Daxwazan" ya "Komîteya Îstiqlalê ya Kurd Ermenî" ku dabû hikûmeta Stenbolê, danezana "Serhildana Kurdistanê" ya Abdurrahman Bedirxan di 1900'î de weşandibû û xebatên Cemiyeta Azadiyê û borşurên XOYBÛN'ê hene. 
 
Bayrak di pirtûka xwe de ji têkiliyên kurd û tirkan ên piştî Milazgirê dest pê dike û li ser jiyana Dr. Nûreddîn Zaza û bîranînê wî disekine. Di pirtûkê de wêne jî hene û kesên di warê ragihandina pirsgirêka kurde de tevgeriyan û hevdîtinên dîplomatîk ên di vî warî de dide der. 
 
Her wiha di pirtûkê de dîtinên Nazim Hîkmet û Yaşar Kemal ên derbarê pirsgirêka kurdî de jî di pirtûkê de hene û nameya Nazim Hîkmet a têkildarî pirgsirêka kurd ku di 1962'yan de ji Kamuran Bedirxan re şandiye û axaftina Yaşar Kemal a derbar pirsgirêka kurdî de jî ku di 1992'yan li Enqereyê bi boneyya qetilkirina Apê Mûsa hatiye lidarxistin, de ku li konferanseke têkildarî qetilkirina Apê Mûsa de, di pirtûkên de hatine bicihkirin.