ROJEVA 9'Ê ADARA 2021'AN

img
* Nivîskaran bal kişand ser kampanyaya ku ji bo kurdî bibe zimanê fermî hatiye destpêkirin û gotin: "Divê em ji bîr nekin ku her îmzeyeke, xwedîderketina li çand, bîr û dîroka xwe ye." 
 
* Danişîna ewil a doza derbarê keştiyê de ku di Gola Wanêd e noq bûbû, ê sibê bê lidarxistin. Di çarçoveya dozê de 12 kes tên darizandin. Parêzer Mahmût Kaçan, diyar kir ku lêpirsîneke çalak nehatiye kirin û bang li her kesî kir ku xwedî li vê dozê derkeve. 
 
* Hasan Kaya ku bi îdiaya "pêwendiya wî bi PKK'ê re heye" hatibû îxrackirin, ji bo vegere ser karê xwe doz kiribû. Lê belê daxwaza wî bi îdiaya "pêwendiya wî bi FETO'yê re heye" hat redkirin. 
 
* Li Wanê jinên ku 8'ê Adarê bi coşeke mezin pîroz kirin, destnîşan kirin ku tenê daxwazek wan heye, ew jî şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. 
 
* Hunermend Canê, diyar kir ku serpêhatiya wê ya muzîkê li ser çongên Şakiro û li ber dengê Meryemxanê dest pê kiriye. Canê, anî ziman ku wê bi fîlma "Fermana 74'an Şengal" xwestiye hovîtiya DAIŞ'ê ya li ser jinên êzidî bi cîhanê bide temaşekirin. Her wiha Canê bang li hêzên kurdî kir ku yekîtiya xwe ava bikin.   
 
* Danişîna 3'yemîn a doza nûçegihanên Ajansa me Mezopotamyayê Sadiye Eser û Sadik Topaloglû ku negirtî tên darizandin dê li Dadgeha Cezayê Giran a 22'yemîn a Çaglayana Stenbolê were lidarxistin. (09.30)
 
* HDP, CHP û MHP li Meclîsê dê komcivînên xwe li dar bixin. (10.45-13.30)
 
* Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Mamaka Enqereyê ji bo biryara DMME'yê ya derbarê Selahattîn Demîrtaş de were sepandin dê name ji Wezareta Dadê re bişînin. (14.00)