Bi awayê onlayn kurdî hînî 4 hezar kesî kirin

img

STENBOL - Komeleya Lêkolînên Kurdî ku ji ber pandemiyê kursên xwe yên rûbirû dabûn sekinandin û dest bi kursên onlayn kiribû, di salekê de zêdetîr 4 hezar kes perwerde kirine.

Komeleya Lêkolînên Kurdî, di salekê de zêdetirî 4 hezar kes perwerde kirin. Komeleyê ku ji ber pandemiyê navber dabû kursên xwe yên rûbirû û dest bi kursên onlayn kiribû, di kursa xwe ya ewil a meha Nîsanê de, di warê kurmancî de 903 kes û di warê kirmanckî de jî 145 kes perwerde kirine. Di meha Hezîranê de jî di warê kurmancî de hezar û 800 kes û di warê kirmanckî de jî 207 kes perwerde kirine û di meha Cotmehê de jî di warê kurmancî de 500 kes û di warê kirmanckî de jî 100 kes perwerde kirine. 
 
Her wiha komeleyê di meha Kanûnê de kursên soranî, kelhûrî û hewremanî jî li bernameya xwe zêde kiribû û zêdetirî 400 kesî serî li van kursan dabû.  Di 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de jî ji bo zarokên temenê wan 4-6 salî û zarokên 7-10 salî jî kurs dabûn destpêkirin û niha 80 zarok daxilî nav van kursan bûne. Ê piştî Newrozê kursên nû bên vekirin. 
 
Mamosteyê komeleyê Sîpan Haco, behsa kurs û xebatê komeleyê kir.
 
PERGALA ONLAYN BÛ FIRSEND
 
Haco, anî ziman ku gava nû ewilî perwerdehiya rûbirû dane sekinandin hinekî zehmetî kişandine û paşê zûzûka dest bi perwerdehiya onlayn kirine. Haco, diyar kir ku di warê xwegihandina gelek kesan de pergala onlyan ji bo wan bûye firsendke û her diçe qeleya ji bo perwerdehiya kurdî zêde dibe. 
 
JI GELEKE DEVERÊN CÎHANÊ KES TEV LI KURSAN DIBIN 
 
Haco, destnîşan kir ku gava perwerdehiya wan a rû bi rû bû, tenê kesên li Stenbolê dikaribûn beşdar bibin, lê belê di pergala onlayn de ji her deverên cîhanê kes tevli kursan dibin. Haco got: "Bi vê pergalê re ji gelek deverên cîhanê mirov serî li me dan. Ev ji bo me bû firsendek mezin. Êdî mirov li malê xwe, bi telefonê dikarin hînî kurdî bibin. Lewma meriv dikare bibêje ku pergala onlayn bi kêr hat." 
 
BANGAWAZΠ
 
Haco, bal kişand ser girînbûna zimên û destnîşan kir ku ziman yek ji nirxên herî girîng ên neteweyekê ne. Hac ji bo kursên komeleyê bang kir: "Em dixwazin her kes tevli kursan bibe. Ji xeynî me jî hin sazî hene û vî karî dikin. Tişta em ji welatiyan dixwazin tevli van kursan bibin. Nexasim jî em dixwazin zarok tevlê bibin. Bila zimanê xwe hîn bibin da ku kurdî pêş bikeve." 
 
MA / Îdrîs Sayilgan