Ma Muzîkê 4’emîn salvegera xwe bi konserekê pîroz kir

img
 
AMED - Akademiya Ma Muzîkê salvegera xwe ya çaremîn bi konserekê pîroz kir. Kordînatorê Ma Muzîkê Şerko Kanîwar di konserê de diyar kir ku wê tu carî zarokên vî welatî bê muzîk nehêlin.
 
Akademiya Ma Muzîkê salvegera damezrandina xwe ya çaremîn li avahiya xwe bi konserekê pîroz kir. Ma Muzîkê konser li ser hesabên xwe yên medyaya civakî jî parve kir. Ji ber pandemiyê tenê xebatkarên Ma Muzîkê, malbatên şagirtên li akademiyê perwerde dibînin, xebatkarên çandê û welatî beşdar bûn. Di konsera ku saetekê domkir de, hunermend Mesût Gever û xebatkarên Ma Muzîkê bi zaravayên kurdî yên kurmancî, dimilkî û soranî stran gotin.
 
Destpêkê xebatkara Ma Muzîkê Sarya Ertaş axivî. Ertaş, çaremîn salvegera Ma Muzîkê pîroz kir û wiha got: “Wek her carê me dixwest îro jî li qadên fireh eywanên mezin salvegera xwe pîroz bikin lê mixabin ji ber rewşa pandemiyê em ê îro bi weşana zindî li hemberî we bin.”
Piştî axaftina Ertaş, xebatkarên Ma Muzîkê û hunermend Mesût Gever stranên cûr bi cûr bi coş gotin.
 
‘EM Ê ZAROKÊN VÎ WELATÎ BÊ MUZÎK NEHÊLIN’
 
Di dawiya konserê de jî Koordînatorê Ma Muzîkê Şerko Kanîwar axivî. Kanîwar, salvegera Ma Muzîkê ya 4’emîn li kesên piştevaniya wan dikin pîroz kir û wiha got: “Ji roja Ma Muzîk ava bûyî heta niha me goti bû em ê zarokên vî welatî bê muzîk nehêlin û ev çar sale zarokên vî welatî bê muzîk bê ziman neman. Em her û her li var man û em ê her û her li vir bimînin.” Kanîwar, bal kişand ser kampanyaya Zarok Ma’yê û wiha axivî: “Kampanyaya me bi ser ket. A ku bi ser ket zarokên vî welatî bûn, ziman û çanda kurdî bû. Li ser navê hemû xebatkarên Ma Mûzîkê mala we hezar caran ava be we em tenê ne hiştin. Em careke din soz didin em ê zarokên vî welatî bê muzîk nehêlin.”