Li jîngeha şaristaniyê stran û awazên jinan wê olan bidin

img

AMED - Hewa êdî germ dibe û bêhna biharê tê. Qadên pîrozbahiyan jî germ dibin. Konserên Amîdayê wê van qadan germ bikin. Vê konsera di dorê de bi temaya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hat amadekirin. Di konserê de hunermendên jin distrên û hunera xwe nîşan didin.  

Konserên Dengê Qedîm ên Amîdayê bi organîzasyona Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) tên lidarxistin berdewam dikin. Bi organîzasyona DTSO'yê di aliyê hunerî de Ma Muzîk van konseran li dar dixe û li ser hesabên medya civakî tên belavkirin. Konserên ku ji Şikeftên Hesûnê ya Farqînê di meha cotmaha 2020’an de dest pê kir li Keleha Zerzevanê, navçeya Gêlê û navçeya Sûrê ya dîrokî berdewam kir. Di her konserê de hunermendên cuda û konseptên cuda cih girtin. 
 
 
Ev Konserên Amîdayê ji aliyê xelkê ve jî bi eleqeyek mezin tên  temaşekirin û ecibandin. 
 
Ji ber qedîmbûn û cihên dîrokî yên Amedê ji gelek netew, ziman, bawerî û çandan û şaristaniyan re malovaniyê kiriye, ji bo ku DTSO û Ma Muzîk balê bikişîne ser dîroka qedîm, çand û şaristaniya Amedê van konseran li dar dixin. 
 
TEMAYA VÊ KONSERÊ 8’Ê ADARÊ YE 
 
Niha konsera di dorê de bi konseptek cuda ku stranbêj hemû ji jinan pêk tê ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hat amadekirin. Vê konsera di dorê de bi beşdariya Koma Jinan a Ma Mûzikê û sê solîstên jin ên grûpa Kardeş Turkuler li Şikeftên Hîlarê bi ser Erxeniyê ve ku bi dîrokek xwe qedîm tê zanîn hat amadekirin. Dema meriv dibêje Şikeftên Hîlarê jî yek ji cihek ku tê gotin cara yekem li vir çandinî hatiye kirin û însan derbasî jiyana rûniştvaniyê bûne tê nasîn. 
 
KONSER DI 7’Ê ADARÊ DE TÊ NÎŞANDAN 
 
Konser di nav van şikeftên dîrokî de hat lidarxistin û dengê stran û awazên kurdî, tirkî, erebî, ermenî, lazî, suryanî û fransizî olan dan. Di konserê de 13 jinên hunermend cih digirin û bi fîstanên xwe yên xemilî reng dan konserê û wê reng û xemla hunera xwe bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dê roja 7’ê adarê bi rêya platformên dîjîtal ango medya civakî saet li 20.00'an bidin nîşandan. 
 
Konsera ku hatiye amadekirin hêjayî temaşekirinê ye. Ji ber ku stran û awazên xweş hatine gotin. Meriv dikare bêje li cihek şaristaniya mirovahiyê dengê stran û melodiyên pirçandî û pirzimanî wê olan bidin. 
 
BI XEMLA XWE HETA CIHÊ KONSERÊ HATIN 
 
Hunermand serê sibê zû li cihê konserê amade bûn. Bi qasî du saetan provayên xwe kirin. Pişt re cil û bergên xwe yên herêmî li xwe kirin. Jinên hunermend ji cihê xwe amade kirin heta ber şikeftan meşiyan û lîlandin û stranan gotin. 
 
Pişt re hunermend yek bi yek derbasî cihê xwe bûn û konserê dest pê kir. Konser bi strana “Çelê Berçelan” dest pê dike û bi sirûda Fransizî ya ji bo jinan hatiye nivîsandin û strana "Meşkê" diqede. Di konserê de 14 stran wê bên strandin. 
 
Cîgira Sekreteriya Giştî ya DTSO’yê Meryem Ozdemîr Ok, Endama Koroya Jinan a Ma Muzîkê Hêlîn Kiliçarslan û solîsta Kardeş Turkuler hunermend Bûrcû Yankin têkildarî konsera amade kirin, ji ajansa me re axivîn. 
 
ARMANC DANASÎNA DÎROK Û ÇANDA BAJÊR E
 
Meryem Ozdemîr Ok bi bîr xist ku di mehên derbasbûyî de 4 konser amade kirine û ev konsera ji bo 8’ê Adarê ya 5’emîn e amade dikin. Ozdemîr Ok diyar kir ku konserên wan li cihên dîrokî didomin û di hedefa wan de li dar xistina 10 konseran heye û wan bi Şikeftên Hesûnê dest pê kiriye û niha bi Şikeftên Hîlarê didomînin. 
 
Ozdemîr Ok destnîşan kir ku di her konserê de stranên bi zaravayên kurdî hatine gotin û hunermendên cuda cih girtine. Ozdemîr Ok got ew û Ma Muzîk bi hev re konseran organîze dikin û li ser armanca konseran jî wiha got: “Armanca me bingehîn ew e ku em hem cihên dîrokî yên bajêr bidin nasîn hem jî çanda muzîka ji roboriyek dirêj heta îro tê bidin nasîn û di heman demê de di pêvajoya pandemiyê de moralê bidin însanan. Bertekên gelek baş û eleqeyek mezin ji bo konseran heye. Bi eleqeyek baş tên temaşekirin.” 
 
DÎROK Û JIN
 
Ozemîr Ok anî ziman ku amadekirina konsera jinan li Şikeftên Hîlarê li dar xistin ji bo wan gelek bi nirx û watedar e û got: “Li Hîlarê cara ewil genim hatiye çandin. Însan derbasî jiyana rûniştvaniyê bûne û şopên serdema neolîtîkê li vir hene. Lewma ev konser gelek watedar e. Me xwest em konsera meha adarê bi 8’ê Adarê re bikin yek. Konser bi stranên zaravayên kurdî û zimanên cuda hat amadekirin.” 
 
Ozdemîr Ok da zanîn ku ew vê konserê bi wesîleya 8’ê Adarê diyarî tevahiya jinan dikin û ew vê rojê li jinan pîroz dikin. 
 
JI BO NEWROZÊ BERNAMEYEK TAYBET TÊ AMADEKIRIN 
 
Ozdemîr anî ziman ku dê konserên wan li cihên dîrokê yên Amedê bidomin û ew ji bo pîrozbahiya Newrozê jî ne di terza konserê de bi konseptek cuda bernameya Newrozê Amade dikin. 
 
‘EM DIXWAZIN HÊZ Û ENERJIYA JINAN BIDIN NÎŞANDAN’ 
 
Ji Koma Jinan a Ma Muzîkê Hêlîn Kiliçarslan jî bi bîr xist ku wan tevî vê Konsera 8’ê Adarê 5 konser amade kirine û konserên din li dar xistine serkeftî derbas bûne. Kiliçarslan anî ziman ku wan di konsera destpêkê ya li Şikeftên Hesûnê de meraq dikirin ka wê xelk çawa eleqe nîşan bide û got: “Bi rastî jî civakê eleqeyek mezin nîşanî konsera ewil û yên bi dû re jî dan. Gelek hatin temaşekirin û guhdarkirin.” 
 
Kiliçarslan da destnîşan kir ku 8’ê Adarê li pêşiya wan û wan xwestiye ji bo vê roja watedar di vê konserê de jinên hunermend hunera xwe nîşan bidin û got: “Me xwest em enerjî û hêza hunera jinan bidin nîşandan. Me konserek ji 13 kesan pêk tê amade kir. Em bi piranî stranên gelerî strîn. Stranên bi zaravayên kurdî, zimanê tirkî, erebî, ermenkî, suryankî heye. Me alî bi alî stran got. Me xwest stranên ku pir nehatine bihîstin derxin pêş.”  
 
JI BO XELKÊ KÊFXWEŞ BIKIN 
 
Kiliçarslan anî ziman ku ew bi van konseran dixwazin derûniya xelkê ku ji ber koronayê tevlihev bûye belav bikin û daxwaza wan ew e ku xelkê xwe li ber dengê stran û awazan kêfxweş bikin. 
 
‘BILA KUŞTIN Û TUNDÎ WERE SEKINANDIN’ 
 
Kiliçarslan bal kişand ser kuştin û tundiya li er jinan û got: “Rojane bi sedan jin tên kuştin û bi tundiyê re rûbirû dimînin. Em dixwazin tundî û kuştin were sekinandin. Bila keda jinan bi her awayî neyê windakirin û bi her awayî bila derkeve pêş. Bi vê wesîleyê 8’ê Adarê li tevahiya jinên kurd û cîhanê pîroz dikim.” 
 
HER TIM HUNERA JINAN LI PÊŞ XISTIN E 
 
Endama Kardeş Turkuler Bûrcû Yankin jî diyar kir ku ew li ser daxwaziya Ma Muzîkê bi awayek kêfxweş hatin û beşdarî vê konserê bûne û wan hefteyek amadekariya konserê kiriye. 
 
Yankin bal kişand ser têkoşîna jinan û wiha got: “Pêwîste jin bi awayek hêz û azad li her qadê jiyanê hebin. Em ji bo vê yekê jî têdikoşin. Me her tim di awaz û stranên xwe de deng û awaza jinan derxist pêş. Ev projeya me îro li dar xist jî ji bo vê yekê bû bersivek baş. Em jin li hev kom bûn û çand û hunera xwe li hev parve kir. Ev yek bû sedema em û jinên Ma Muzîkê hev nas bikin.  Em ji niha şûn ve jî dixwazin li gel koma jinan a Ma Muzîkê xebatên din jî bikin. 8’ê Adarê ji bo me gelek girîng e. Roja azadî û têkoşîn û keda jinan e. Me her tim ji bo vê hunerê li pêş xist.” 
 
‘ÊŞA ME JINAN HEVPAR E’ 
 
Yankin destnîşan kir ku ew li ser vê axê her çiqas ji çandên cuda bin jî lê ew jin tev bi xwedî êşek hevpar in û got: “Nasnameya jinan hevpar e. Em cih û girîngiyê didin pir zimanî, pir çandî û pir muzîkê. Me di vê konserê de jî gelek zimanan bijart. Heta ku ji destê me hat me cih da van zimanan. Em jin têkoşîna hebûn û nebûnê birêve dibin. Bi vê wesîleyê ez 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz dikim.” 
 
MA / Bîlal Guldem