50 nivîskar di pirtûka Antolojiya Çîrokên Mezopotamyayê de hatin gel hev

img
MÊRDÎN – Pirtûka Antolojiya Çîrokên Mezopotamyayê ku jiyan û çîrokên 50 nivîskarên Doza 49’an têde cih digirin û bi pêşengiya MYD’ê hat amadekirin, derket. 
 
Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê (MYD), 50 nivîskarên kurd gihand hev û jiyan û çiroka wan bi navê Antolojiya Çîrokên Mezopotamyayê kir pirtûk. Pirtûka hat amadekirin ji aliyê Weşanên MYD û Ar’ê ve hat weşandin. Edîtoriya pirtûkê Hevserokê MYD’ê Eyup Guven kiriye. Di pirtûkê de 50 nivîskarên kurd ên li Tirkiye, Sûriye, Îran, Iraq û deverên cuda yên dinyayê dijîn, bi çîrokên xwe ve hatine vegotin. Pirtûk diyarî Mehmet Emîn Batû ku di Doza 49’an de hat darizandin û di bin çavan de jiyana xwe ji dest da hat kirin.