Bi kovara Uncireyê hewl didin ku lazkî bi ruh û can bikin

img

RÎZE - Îsmaîl Guney Yilmaz û hevalên xwe bi lazkî kovara "Uncire" (Bêxew) derdixin. Yilmaz, destnîşan kir ku armanca wan hejmara kesên ku karibin bi lazkî bixwînin û binivîsin zêde bikin. 

Li navçeya Pazar a Rîzeyê Îsmaîl Guney Yilmaz û hevalên xwe bi lazkî kovara "Uncire" (Bêxew) derdixin. Armanca kovarê ew e ku hejmara kesên ku bi lazkî dinivîsin û dixwînin zêde bike. Nivîskarê kovara Uncireyê Yilmaz, behsa wêjeya lazkî kir. 
 
Yilmaz, anî ziman ku di sala 1929'an de li Yekîtiya Sowyetê, di warê çandî de xweseriyeke lazan hebûye û got: "Wê çaxê kovara Mçita Muratsxi (Stêrka Sor) derket. Tenê du hejmar. Ev kovar ji ber prostetoyên Tirkiyeyê hat girtin û xweseriya çandî ya lazan ji holê hat rakirin. Pêvajoya lazên Tirkiyeyê jî di sala 1986'an de li Almanyayê dest pê kir. Ev pêvajoya çandî ya ku li Almanyayê dest pê kir, di sala 1993'yan de li Stenbolê bi derçûna kovara Ogniyê veguhêzî Tirkiyeyê. Piştî vê dîrokê kuliyateke lazî çêbû." 
 
HEJMARA XWENDEYAN KÊM E 
 
Yilmaz, destnîşan kir ku pirsgirêka wan a sereke, kêmbûna xwendeyên lazkî ye. Yilmaz, bilêv kir ku ji bo ku ev berbelav bibe, divê gelê laz bibîne ku mirov dikare bi lazkî jî binivîse. Yilmaz, da zanîn ku ji bo vê di sala 2013'an de xwerû bi lazkî rojnameya Ağani Murutsxî (Stêra Nû) derxistine. Yilmaz, diyar kir ku rojnameya wan 7 hejmar der çûye. Yilmaz got: "Ne bi çend kesên li Stenbolê, heger em karibin hewl bidin ku li Lazîstanê laz bi zimanê xwe bixwînin û binivîsin, wê çaxê em ê karibin vî zimanî ragihînin nifşên bê û wê lazkî bi awayekî nivîskî karibe hebûna xwe bidomîne." 
 
WATEYA UNCÎREYÊ 
 
Yilmaz, anî ziman ku di lazkî de wateya uncireyê 'bêxew' e û got: "Metafora di vir de jî, ew e ku komek mirov hewl didin zimanekî li ber mirinê bi xelasê bixin. Gava vê dikin, bi şev û biroj dixebitin. Lewma me ev nav lê kir. Ji bo em karibin, vî zimanê bi xetereyek mezin re rû bi rû bi xelasê bixin, divê em pê binivîsin. Em jî lê fikirîn em ê karibin çi bikin, axirê me ev kovar derxist. Li cîhanê tekane kovar em in ku di warê wêjeya lazkî de weşanê dikin û heya niha du hejmar derketine." 
 
Yilmaz, destnîşan kir ku berhemên wêjeya lazkî ku ji salên 90'î ve heya nha tên çapkirin, pir kêm hatine çapkirin. Yilmaz, diyar kir ku ev berhemên ku bi awayekî sembolîk tên derxistin dê xwe bigihînin nifşên bê. 
 
LAZKÎ Û QEDEXE 
 
Yilmaz, destnîşan kir ku lazkî xwedî dîrokeke 3 hezar salî ye, lê belê piştî ku Tirkiye bûye dewletek 'moderne', tirkî bûye zimanê fermî û Lazîstan daxikî nav dewletê bûye, bi tunebûnê re rû bi rû maye. Yilmaz got: "Radyo, televîzyon bi tirkî weşanên xwe dikin. Zimanê perwerdehiyê bi tirkî ye, di saziyên fermî de her tişt bi tirkî ye. Yanî bi navê alzkî ders tune bûn. Lewma ev yek bi xwe re bû sedema asîmlasiyon û otoasîmlasiyonê. Piştî wextekê lazan jî ji zarokên xwe re gotin, 'bi lazkî xeber nede, ê tirkiya te giran bibe.' Ji xeynî vê hewldanên ku lazkî li ber dilê lazan reş bikin, qedexekirina lazkî... Mesela gava di sala 1993'yan de kovara Ogni derket, li dadgehên ewlehiyê yên dewletê bi sûcê xirabkirina yekpareyiyê hat darizandin." 
 
‘ALFABEYA ME BELAV NEBÛ' 
 
Yilmaz, bibîr xist ku di sala 2014'an de li dibistanan lazkî wekî dersa bijare hatiye qebûlkirin, lê ji ber ku pir nehatiye hilbijartinê bi hin astengiyan re rû bi rû maye. Yilmaz, da zanîn ku par qet polên lazkît uen bûn. 
 
Yilmaz, destnîşan kir ku pirsgirêkeke kesên ku bi lazî re eleqedar dibin jî alfabeya lazî ye ku ev kes di vî warî de pir ne serwext in. Aydin got: "Li derdora Aydinê nîqaşên ku alfabeya lazkî bê guherandin tên kirin. Di alfabeya me de tîpên bi kumik hene û di nivîsandina wan de pirsgirêk heye. Lewma ji bo ku em kumikê bi kar neynin em zêde tîpan bi kar tînin. Ev jî xwendinê giran dike. Lê dibe ku di pêş de bê guherandin." 
 
Yilmaz, da zanîn ku kovara Uncireyê bi îmzeya zêdetirî 30 kesî dertê û piraniya van kesan jin in û got: "Heger ev hejmar zêde bibe, dibe ku lazkî xwe bigihîne nifşên bê." 
 
MA / Tolga Guney