‘Heya sax bim ez ê dengbêjiyê bikim'

img

AMED - Dengbêj Yûsûf Mizrak got: "Heya ez sax bim, ez ê dengbêjiyê bikim û dev jê bernedim." 

Dengbêj Yûsivê Goçkarî (Yûsûf Mizrak), li gundê Goçkar ê Licê ya Amedê hatiye dinê. Malbata wî di erdheja 1974'an a Licê de koçî Amedê dike. Bavê 8 zarokan Mizrak, bi salan karê îneşatê dike. Niha li navçeya Sûrê tûtinê û çay difiroşe. 
 
Mizrak, di zarokatiya xwe de hingî Kawis Axa, Mihemed Arifê Cizîrî, Meryem Xanê û radyoya Êrivanê guhdar dike, dilî wî dibije dengbêjiyê. Lewma di umrekî biçûk de dest bi kilaman dike. 
 
Mizrak got: "Kekê min pir xweş digot. Ez jî ji zarokatiya xwe ve guh lê dikim û dibêjim. Bavê min û apê min jî dengbêj bûn. Mesela gava tiştek bqewimiya, dêya min di cî de kilamek davêt ser. Lê gava dêya min nexweş ket û hew karibû bibêje, gazî min dikir û digot, 'hela wer ji min re kilamekê bibêje.'" 
 
Mizrak, diyar kir ku wisa bawer dike ku dê çanda dengbêjiyê qet winda nebe û ji bo hîn bêtir belav bibe çi ji destê wî bê ê bike. 
 
Mizrak, anî ziman ku niha bi piranî kilamên Sidîqê Qarliovayî, Hesenê Şêxa, Şakir û Hevî Mistefayê Firdewsî guhdar dike û got: "Ê min bixwe sê kilamên min ên evîniyê hene. A rast pir naxwazim kilamên evîniyê bibêjim. Lê ez ê kilamên hîn nûtir çêbikim. Dixwazim kilamên aydê me çêbikim. Çimkî pir dixwazim paşê mirov bibêjin dengbêjekî wisa hebû. Zarokên min li bajaran mezin bûn, lê li malê qet bi tirkî xeber nadin. Ji çanda xwe, ji dengbêjiyê hez dikin û meraqa wan jî ji bo wê heye. Nabêjin, lê guhdar dikin." 
 
'EZ Ê DEV JÊ BERNEDIM' 
 
Mizrak, destnîşan kir ku astengiya herî mezin a li pêşiya berbelavbûna dengbêjiyê teknolojî ye û got: "Dengbêjî, çanda zimanê kurdî ye. Heger berê teknolojiya niha hebûna, ê dengê dengbêjên berê li seranserê cîhanê belav bûbûna. A rast kêmaniya me di vir de dest pê dike. Em, divê vê çandê bidomînin. Divê em dev ji vî zimanî û dengbêjiyê bernedin. Ciwanên me hene, dengbêjiyê dikin. Lê divê zêde bibin. Ev çand divê belav bibe." 
 
Mizrak, diyar kir ku heger mirov çanda xw eberbiçav neke wê winda bibe û got: "Heya sax bim, ez ê dengbêjiyê bikim û dev jê bernedim. Ez ji zimanê xwe, çanda xwe û dengbêjiyê hez dikim." 
 
Mizrak ku li Mala Dengbêjan a Dîcle Firatê kilamên xwe dibêje got: "Bila gelê me bê vira. Bila werin cem me, heya qirika me biqete em ê ji wan re bistrên. Qeyûm tayinî Mala Dengbêjan kirin. Lê dengbêjên liw ir jî ên me ne, lê rabûn xwe ji bo 4 kaxezî firotin. Dev ji wir bernedan. Em ê dev ji Dîcle Firatê û çanda xw ebernedin. Helbet roj bê, ê muhtacî vira bibin. Ez bang li hemû kurdan dikim, werin Dîcle Firatê, ew yekê biwxazin em ê dehan bibêjin."