Dengbêj Yilmaz: Divê dengbêjî bidome

img

AMED - Mûhammet Yilmaz ku di zarokatiya xwe de dil bijandiye dengbêjiyê, bal kişand ser girîngiya kilaman û got: "Divê em bibin dengbêjê gelê xwe û civaka xwe. Divê çanda dengbêjtiyê bidome." 

Dengbêj Mûhammet Yilmaz ê 59 salî, li gundê Serdeniyê yê navçeya Licê ya Amedê hatiye dinê. Gava 10 salî bûye bavê wî miriye. Ji ber vê barê debarkirina malê ketiye ser milê wî û tevî birayê xwe dest bi kar û bar kiriye. Malbata Yilmaz li gund sewalvanî kiriye û gûz firotine. Di sala 1993'yan de ji ber ku gundê wan tê şewitandin, koçî Farqînê dikin. Yilmaz, demeke dirêj li Farqînê dimîne û di sala 2008'an de ji ber fealiyetên xwe yên siyasî tê girtin. 13 salan di girtîgehê de dimîne. Gava ji girtîgehê dertê cardin dest bi kilamên xwe dike. 
 
Yilmaz, behsa çanda dengbêjtiyê û çîroka jiyana xwe kir. 
 
PÊŞÎ GUHDAR KIRIYE
 
Yilmaz, anî ziman ku bi kilamên bavê xwe, bi kasetan û Radyoya Êrîvanê hînî dengbêjiyê bûye. Yilmaz, bilêv kir ku gava zarok bûye kilamên Kawis Axa, Karapetê Xaço, Mihemed Arifi Cizîrî, Sidîqê Karliovayî, Hecî Mistafa Firdewsî, Şakiro, Salihê Beynatî guhdar kiriye û di 12 saliya xwe de dest bi dengbêjiyê kiriye. 
 
Yilmaz, diyar kir ku gava li gund bûne hem xebitiye hem jî di ber re kilam guhdarî kirine. Yilmaz, anî ziman ku di sala 1993'yan de eskeran cerdevantî li wan ferz kiriye û got: "Ji herêma me re dibêjin Şêmîra. Em jî ji gundê Serdeniyê ne. Eskeran avêt ser gundê me û xwestin em ji gund derkevin. Li ber çavên me agir bera gundê me dan. Ji me re gotin 'hûn diçin ku biçin.' Di dema Şêx Seîd de jî gundê me hatibû şewitandin. Wê çaxê ez tune bûm. Bavê min behs dikir. Gava wê çaxê şewitandina, dê û bavên min, kalên min û xizmên me zilma li wan hatiye kirin bi kilaman digotin. Gava min guh li dengbêjan dikir, ev bûyer dihatin ebr çavên min." 
 
LI GIRTÎGEHÊ JÎ DEWAM KIRIYE 
 
Yilmaz, diyar kir ku heya ku zewiciye jî kilam gotine, lê belê piştî ku di pevçûnan de çend xizmên malbata hevjîna wî jiyana xwe ji dest danîne, demekê kilam negotine. Yilmaz, bilêv kir ku gava hatiye girtin û 13 salan di girtîgehê de maye jî kilam gotine û ji bo Mala Dengbêjan ku niha lê dimîne jî got: "Piştî ku ji girtîgehê derketim bi sê rojan, hatim Mala Dengbêjan. Gava nayêm Mala Dengbêjan bêhna min diçike. Ji lew ra dengbêjî perçeyek jiyana min e. Tim dibêjim, heger ne ji dengbêjan bûna, ê kurd nizanibûna berê çi qewimiye. Lê dikarim bibêjim ku niha qîmeta dengbêjan ne wekî berê ye. Carinan em ji ciwanên xwe re dibêjin werin guh li dengbêjan bikin, dengbêjî jiyan e, dîrok e, lê pir guh lê nakin." 
 
GERE BIDOME 
 
Yilmaz, destnîşan kir ku ji bo ku dengbêjî belav bibe divê li her derî kilam bên gotin û divê dîroka kilaman jî bê zanîn. Yilmaz got: "Divê em bibin dengbêjê gelê xwe û civaka xwe. Divê çanda dengbêjtiyê bidome."