'Divê her kes mamosteyê li dijî asîmlasiyonê be'

img

WAN - Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê Dibistana Zimanê Kurdî ya Fatma Tokatê ku piştî darbeyê bi KHK'ê hatibû girtin, niha wêran bûye. Yek ji mamosteyên dibistanê Şevket Acar, destnîşan kir ku perwerdehiya bi kurdî tenê li nava çar dîwaran nayê dayîn û got: "Divê her kes xwe wekî mamosteyan bihesibîne. Ancax em bi vî awayî dikarin kurdî ji asîmlasyonê xelas bikin." 

Li Tirkiyeyê kurd, 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê di şert û mercên zext, zorî û polîtîkayên qedexekirinê û asîmlasiyonê de pêşwazî dikin. Li Tirkiyeyê hîn jî ji xeynî tirkî, perwerdehiya bi zimanên din qedexe ye. Her wiha gelek sazî û dezgehên kar û barên xwe bi zimanine din dikin jî tim hedef tên girtin. Nexasim jî piştî hewldana darbeya eskerî ya 15'ê Tîrmeha 2016'an, bi îlankirina Rewşa Awarte re gelek dibistan, komele û enstîtuyên kurdî bi KHK'yan hatin girtin. Piştî qeyûm tayinî şaredariyan hatin kirin jî gelek dibistanên kurdî bêerk hatin hiştin. Yek ji van dibistanan jî li navçeya Rêya Armûşê ya Amedê Dibistana Zimanê Kurdî ya Fatma Tokatê ye. 
 
WÊRAN BÛYE 
 
OAvahiya dibistanê bi biryara meclîsa şaredariyê, di 5'ê Mijdara 2015'an de bi kirê ketibû destê KURDÎ-DER'ê. Piştî dest bi perwerdehiyê kiribû bi sedan xwendekar qeyda xwe çêkiribûn. Lê belê gava di 11'ê Îlona 2016'an de qeyûm tayinî şaredariyê hatibû kirin, deriyê wê hatibû qufilkirin û wekî hincet jî KURDÎ-DER hatibû nîşandan ku bi KHK'ê hatiye girtin. Piştî vê biryarê dibistan bêxwedî hat hiştin û di demeke kurt de wêran bû. Li ser dîwarên wê nivîsên nîjadperestî hatibûn nivîsîn. 
 
Lê belê gava HDP di hilbijartina herêmî ya 2019'an de şaredarî bi dest xistibû, şaredariyê dibistan selihandibû. Berî ku dibistan dest bi perwerdehiya xwe bikira, cardin qeyûm hatibû tayinkirin. Avahiya dibistanê cardin bû bêxweyî ma. 
 
LI MALAN PERWERDEHΠ
 
Yek ji mamosteyên dibistanê Şevket Acar, anî ziman ku ji ber ku li bajêr yekem dibistan kurdî bû, pir girîng bû. Acar, qeyda zarokekî ya dibistanê bibîr xist û got: "Me sala ewil bi poleke 24 eksan dest pê kir. Paşê eleqe zêde bû û piştî salekê bi sedan xwendekaran qeyda xwe çêkir û pol tje bûn. Tenê ne perwerdehiya ziman, di gelek warî de perwerdehî dihat dayîn. Bandorek baş li zarokan kir. Ji lewra me pîroziya jiyanê û nêzîkbûna ji bo wê jî hîn dikir. Di sala dudoyan de hat girtin û werê wêran bû. Me bi kedeke mezin ew vekir, lê belê gava qeyûm hat û wê girt, me jî mal kirin dibistan. Me perwerdehî domand. Malbat dixwestin zarokên wan bên perwerdekirin." 
 
POLÎTÎKAYA ÎNKARÊ 
 
Acar, anî ziman ku u eleqeya girtina dibistanên kurdî, bi hewldana darbeyê re tune ye, ji lewra bi vê neyta wan a veşarî aşkere bûye. Acar got: "Armanca wan, kurdî pêş nekeve. Hedefa sereke ya qeyûman û KHK'yan zimanê kurdî bû. Girtina dibistanên kurdî, nîşaneya vê ye. Heger gelek bi zimanê xwe biaxive, wê xwedî li çand û dîroka xwe jî derkeve. Girtina dibistanên kurdî, berdewamiya polîtîkayên asîmlasiyon û înkarê ne." 
 
BANGAWAZΠ
 
Acar, anî ziman ku ji ber ku dibistana wan di vî halî de ye, li ber dikeve. Acar, bilêv kir ku xeyalên xwendekaran nîvco mane, lê belê teqez wê roj bê û zarokên kurd ê li dibistanên xwe mezûn bibin. Acar got: "Bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê bang li malbatan û gelê kurd dimkim ku kurdî hînî zarokên xwe bikin. Perwerdehiya b kurdî tenê li nava çar dîwaran nayê dayîn. Fabrîke, kuçe, kargeh, çiya û deşt... her der dibistanek û polek e. Divê her kes xwe wekî mamosteyan bihesibîne. Ancax em bi vî awayî dikarin kurdî ji asîmlasyonê xelas bikin." 
 
MA / Dîndar Karataş