Ji bo zarokan dest bi kursa kurdî dikin

img

STENBOL - Komeleya Lêkolînên Kurdî ya Stenbolmê, bi minasebeta 21'e Sibatê Roja Ziman a Cîhanê ji bo zarokên 4-6 û 7-10 salî dest bi kursên kurdî dikin. Hîndekar Sîpan Haco, anî ziman ku eleqeyek mezin li hemberî Kursên Kurdî hene û wiha got: "Girîng e ku zarok bi zimanê zikmakî perwerde bibin." 

 
Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO), di 17'ê mijdara 1999'an de ji bo Roja Ziman a Cîhanê biryar da û di 21ê Sibata 2000'an de Roja Ziman a Cîhanê îlan kir. Piştî vê îlanê kurd û gelek milletên din roja 21'ê Sibatê pîroz dikin û çalakiyan li dar dixin. Ji ber ku Kurdî ne zimanê fermî û perwerdehiyê ye, her sal Kurd ji bo daxwaza nafê ziman çalakiyan li dar dixin. Kurd dixwazin bi taybetî bi zimanê xwe perwerde bibin û zimanê wan wekî zimanê fermî bê îlankirin. Bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Ziman a Cîhanê, Komeleya Lêkolînên Kurdî ya Stenbolê, îsal di roja 21'ê Sibatê de ji bo zarokan dest bi Kursên Kurdî dikin. Kurs dê 14 hefteyan bidomin. Dê bi zaravayê Kurmancî yê Kurdî kursan bidin. Wê kurdê bidin du koman. Di koma ewil de zarokên 4 - 6 salî hene. Koma duyemîn jî zarokên 7- 10 salî hene. Ders dê roja Yekşemê saet di 11.00 û 12.10'an de bi rêya bernameya zoomê ya înternetê dersê bidin. 
 
Rêveberê komeleyê û hindekarê Kurdî Sîpan Haco, têkildarî armanca kursê axivî. Haco, da zanîn ku zimanê zikmakî li ser pêşketin û fêmkirina zarokan pir girîng e û wiha got: "Me heta niha gelek caran perwerde da zarokan. Em di 21'ê Sibatê de ji bo zarokan dest bi Kursek nû dikin. Me amadekariyên xwe temam kirin. Ji ber nexweşiya şewbê em nikarin rû bi rû dersan bidin zarokan. Em neçar in bi rêya onlîne ya înternetê dersan bidin zarokan." 
 
Haco, anî ziman ku perwerdekirina zarokan  zor e û ji ber vê yekê hîndekarên pispor lazim in. Haco, diyar kir ku wan amadekariyên xwekirine û wiha got: “Beriya em di 21'ê Sibatê de polên xwe vekin me hemû amadekariyên xwe kirine. me berê li ser naverok û rêbazê niqaş kirin. Ne karekî hêsan e. Me hevalên xwedî tecrûbe û pispor hilbijartin. Me gelek civîn li dar xistin û amadekarî kirin. Niha 5-6 mamosteyên me yên yên xwedî tecrûbe ku karibin dersê bidin zarokan hene. Eleqeyek pir mezin ji bo Kursan heye. Gelek malbat ji bo zarokên xwe qeyd bikin li me digerin. Em ê qeydan li ser înternetê û bi rêbazên dijital çêkin. Kontenjana me 60 kes in. " 
 
Haco, destnîşan kr ku Kurdî bi talûkeyek mezin re rû bi rû ye û wiha lê zêde kir: "Divê Kurd êdî zarokên xwe bi zimanê zikmakî mezin bikin. Divê di her qadê jiyanê de bi kurdî bi axivin. Armanca van kursan ewe ku zarok fêrî zimanê xwe bibin û bi zimanê xwe mezin bibin." 
 
Haco, herî dawî bal kişand ser polîtîkayên bişaftinê û wiha got: "Polîtîkayên bişaftinê pir zêde belav dibin. Her kesên welatparêz divê bi zimanê xwe bi axivin û biparêzin. Ji ber vê yekê em mecbûr in bi zimanê xwe perwerde bibin. Divê her kes piştgiriyê bide vê xebatê û tev li vê xebatê bibin."