Ciwanên ku ji kurdî dûr ketine, dengbêjî bala wan nakişîne

img

WAN - Ji dengbêjên Herêma Serhedê Meryem Tûncer û Îsmaîl Seyranoglû, destnîşan kirin ku ciwanên ji zimanê xwe yê zikmakî bi dûr ketine, ji dengbêjiyê jî bi dûr ketine û gotin: "Mixabin piraniya guhdaran fêm nakin." 

Her diçe eleqeya ji bo adeta dengbêjiyê kêm dibe. Yek ji herêma ku her diçe hejmara dengbêjên wê kêm dibin jî Serhed e. Dengbêj Meryem Tûncer û Îsmaîl Seyranoglû nêrîna xwe ya di vî warî de parve kirin. 
 
DENGBÊJÊN JIN 
 
Dengbêj Meryem Tûncer, anî ziman ku piraniya dîroka kurdan ne bi awayekî nivîskî, bi kilamên dengbêjan gihaştine roja îro, lewma ev adet ji bo civaka kurdan pir girîng e. Tûncer, destnîşan kir ku dengbêjî ji bo kurdan di wesfê arşîvê de ye û di heman demê de mîrateyeke jina ye. Tûncer got: "Ser vê mîrateyê gelek caran bi destê mêran, bi gotinên wekî 'tu jin î, eyb e' an jî 'li cem zilaman dengbêjiyê neke' hatiye nixumandin. Nexasim jî azadiya dengbêjên jin tên binpêkirin. Li Herêma Serhedê jî gelek jinên wisa hene. Ji ber ku pêşî li ber wan hatiye girtin, nikarin kilaman bibêjin." 
 
GUH LÊ DIKIN LÊ FÊM NAKIN 
 
Tûncer, anî ziman ku di navbera dengbêjtiyê û ziman de pêwendiyek xurt heye, lê belê ji ber ku axaftina bi zimanê zikmakî kêm e, eleqeya ji bo dengbêjtiyê jî kêm bûye. Tûncer, destnîşan kir ku di warê zimanê zikmakî de barekî mezin dikeve ser milê dayikan û got: "Heger dayik bi zarokên xwe re bi tirkî baixifin ma ê ew zarok çawa zimanê xwe yê zikmakî hîn bibe. Em navê Sîpan, Arîn, Mîrxan li zarokan dikin. Lê gava em bi wan re bi kurdî diaxifin, bi tirkî bersiva me didin. Hînbûna bi tirkî ne tiştekî xirab e. Her ziman girîng e. Lê ewilî zimanê zikmakî divê. Heger tu bi zimanê xwe û çanda xwe nizanibî, ê zarokê te jî nizanibin û asîmle bibin. Heger zarok bi kurdî nizanibin, ê bi dengbêjiyê jî nizanibin. Nifşê nû hez ji me dike. Dihatin mala dengêjan. Guh lê dikirin, lê nizanibûn em dibêjin çi. Ji lewra bi zimanê xwe baş nizanibûn." 
 
Dengbêj Îsmaîl Seyranoglû jî, destnîşan kir ku dîrok û wêjeya kurdî bi kilamên dengbêjan hatine parastin, lewma dengbêjî pir girîng e. Seyranoglû, anî ziman ku lê belê niha kes pir qîmetê nade dengbêjiyê. 
 
DENGBÊJÎ Û MUZÎKA MODERN 
 
Seyranoglû, bal kişand ser pirsgirêkên ku dengbêjî bi wan re rû bi rû dimîne û got: "Niha mirov pir didin dû muzîka modern."
 
Seyranoglû, anî ziman ku sedema vê jî ji ber ku zarok pir bi zimanê xwe yê zikmakî nizanin û got: "Helbet divê hunera modern hebe. Lê belê divê zarok hînî zimanê xwe yê zikmakî jî bibin. Ji ber ku bi zimanê xwe nizanin, nizanin dengbêj dibêjin çi. Ji ber ku kurdiya wan qels e, pir hez ji dengbêjan nakin. Ji ber vê çanda populer bêtir bala wan dikişîne." 
 
NIFŞÊ CIWAN 
 
Seyranoglû, diyar kir ku her diçe ciwan ji dengbêjiyê bi dûr dikevin û got: "Ez heq didim wan. Gava îro dengbêj destê xwe dibe ber guhê xwe û kilameke qedîm bi kurdiyeke heqîqî dibêje, ew zarok peyvên kilamê fêm nake û xwe jê dûr dixe. Lewma nifşê nû ji dengbêjiyê bi dûr ketiye. Dixwazim dê û bav kurdî hînî zarokên xwe bikin. Bila tim bi zimanê xwe yê zikmakî baixifin. Xwezî ne wiha bûna û min ev gotin bilêv nekira. Lê mixabin rewşeke wiha heye." 
 
MA / Ozlem Yayan