Dengbêjî jiyana wî ya tarî ronî dike

img

ŞIRNEX - Li gundê Ernabetê yê girêdayî navçeya Cizîrê Feyzî Vural ê ku piştî 30 saliya xwe çavên xwe winda dike, dibêje ku klam jiyana wî ya tarî ronî dikin. 

Li gundê Ernabat ê girêdayî navçeya Cizîra Şirnexê Feyzî Vural ê 66 salî, piştî 30 saliya xwe çavên xwe wenda kir û kor bû. Di 30 saliya xwe de  nexweşiya Glokom lê peyda dibe û êdî jiyan lê tarî dibe. Tevî Vural, di malbatê de 13 kesan bi heman nexweşiyê çavên xwe wenda kirine û çavên wan nabîne û her sibeh û şev ji bo wan tarî bûye. Piştî ku çavên Vural kor dibin ew hesreta xwe ya ji ronahiyê re bi klaman tîne ziman. Feyzî Vural, têkîldarî jiyana xwe de axivî û got piştî ku wî çavên xwe wenda kirine, kilam ji bo jiyana wî bûne ronahî. 
 
'EZ NIZANIM RENG Û RÛYÊ ZAROKÊN MIN ÇAWA NE' 
 
Feyzî Vural diyar kir ku ew heta hatiye vî emrê xwe wî gelek êş kişandine û wiha axivî: "Beriya ku ez çavên xwe winda bikim, ez gelek çalak bûm. Ez çîrokbêj bûm û di nav her şahî û dawetan de min cihê xwe digirt. Heta ku ez zewicîm jiyana min têr û tije derbas bû. Piştî ku 6 zarokên min çêbûn, di hêla dîtinê de min kêm dît. Her tim dîtina min kêm dibû. Heta ku ez hatim 50'î saliya xwe min hafîzî kir. 4 zarokên min ên biçûk hene. Ez nizanim reng û rûyê wan çawa ye. Tenê ez dengê wan nas dikim. Di vî emrê xwe de ji qehrê pêvetir min tiştek din nekişand. Ev nexweşî di malbata me de genetîk e. Ez çûm her derê lê çareya wê tune ye."
 
JI JIYANA WΠYA TARΠRE KILAM DIBIN RONAHΠ
 
Vural anî ziman ku ew bi alikariya hevser û zarokên xwe jiyana xwe derbas dike û wiha got: " Hevsera min li min dinêre. Bi alikariya wan ez heta îro hatim. Beriya çavên min wisa bibin, min ji dengbêjiyê hez dikir. Piştî ku min çavên xwe winda kirin, ez li malê weke girtiyekî bûm. Min nedizanî çi bikim. Pişt re min dest bi gotina kilaman kir. Ez diqehirim, min ronahî nedît û ez nediçûm dîwana, min nedikarî biçim Cizîrê. Ji ber wê jî min dest bi dengbêjiyê kir. Min kilam digotin û ez digeriyam. Kilam ji vê dinya min a tarî re dibe ronahî. Ji ber wê jî ez rewşa xwe ya heyî bi kilaman tînim ziman. Ev jî ji min re weke derman e."
 
MA / Zeynep Dûrgût