Ji Weşanên Aryenê 3 pirtûkên nû derketin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji Weşanên Aryenê du pirtûkên helbest û romanek derketin. 
 
Weşanên Aryenê 3 pirtûkên nû çap kirin. Pirtûka “Gün Işırken” romana ewil a Nilufer Şahîn, pirtûka helbestê “bir intihar öyküsünün bitmesidir bu” ya Rênas Roz û pirtûka helbestê ya kurdî “kenbaz” ya Mûsa Şanak e. 
 
Pirtûka "Gün Işırken" romana ewil a Nîlufer Şahîn ku di sala 1974’an de li navçeya Argan a Meletiyê hatiye dinê û ji sala 2004’an û vir ve di girtîgehê de ye. Pirtûk ji 159 rûpelan pêk tê. Şahîn, di pirtûka xwe de qala Berxwedana Sûrê dike.
 
KENBAZ
 
Mûsa Şanak ê ji sala 1993’yan û vir ve di girtîgehê de ye helbestên bi kurdî dinivîsîne. Şanak helbestên xwe di pirtûka “kenbaz” de kom kirin. 49 helbestên di pirtûkê de di bin banê beşên “ku”, “pêjn”, “telaş”, “kenbaz” û “wihakî” de tê pêşkeşkirin.
 
Helbesta "ez û tu" ya di pirtûkê de cihê xwe digire jî wiha ye:
 
“bi ciwaniya xwe / ez biharekê dijîm / di zivistanê de / lê te / li pey xwe hiştine / bihar, havîn û payîz / ez simbil im / hêdî hêdî diseridim / tu ji zû  de bûyî ka û xîz”
 
HELBESTVANEK CIWAN 
 
Pirtûka “bir intihar öyküsünün bitmesidir bu” ya Rênas Roz jî ji 37 helbestan pêk tê. Helbestvanê ciwan ê 23 salî ji xeynî helbestan çîrokan jî dinivîsîne.