Hejmara 11’emîn a Kovara Zrîngê derket

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 11’emîn a Kovara Zrîngê derket. Kovar di berga xwe de balê dikişîne ser 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê û polîtîkayên tunekirin û tunehesibandina zimanê kurdî.
 
 
Hejma 11’emîn a Kovara Zrîngê ku mehê carekê derdikeve hat çapkirin û bi naverokeke têr û tije îronî, mîzahî  û hizirî gihişît ber destên xwînerên xwe. Kovar bi berga ku ji aliyê xêzkara jin Rûşen Sarili ve hatiye xêzkirin, balê dikişanîne ser 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanê û polîtîkayên tunekirin û tunehesibandina zimanê kurdî.  
 
Nivîskar û xêkarên vê hejmarê; Azad Kûtî, Rûşen Sarili, Eşref Mumcu,  Şêx Zubêr, Erceren Akbayir, Kubîlay Odabaş, Ikram Balekanî, Mehmet Erbey, Mustava Yaman , Ozgur Amed, Eliyê Xemxwir, Ûsiv Mele, Mem Aliyê Kamûr, Hebûn, Michael Erdman, Ercan Altûntaş û Îsa Bal bi xêz û nivîsên xwe mijarên ku civaka kurd eleqedar dike derdixin pêş. Bi mîzah û îroniyan ji rewşa polîtîk, aborî, ziman, zext û tundiya bi taybetî li ser kurdan û giştî ya civakê vedibêje.
 
Kovar ji bo eleqeya li çand, ziman û wêjeya kurdî cih dide pê?birkekê. Dîsa ji bo nasandina navdarên kurd bi xêzên Ercan Altûntaş cih dide portreyên navdarên kurd. Di vê hejmarê de jî portreya  Hejar Mukriyanî heye.