4’emîn Konserên Amîda wê îşev bê weşandin

img
AMED - 4’emîn “Dengê Raboriyê; Konserên Amîda” ku ji aliyê DTSO ve li cih û warên dîrokî tê lidarxistin, li Dêra Katolîk a Ermenan li dar xist. Konser wê îşev di saet 20.00’an de bê weşandin
 
Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) rêze konserên bi navê “Dengê Raboriyê; Konserên Amîda” ku li cih û warên dîrokî li dar dixe, berdewam dike. 4’emîn konserên ku li ser hesabên dîjîtal tên weşandin, li Dêra Katolîk a Ermenan ku ji sedsala 16’emîn maye û dêra di Rojhilata Navîn de herî mezine, hat lidarxistin. Hunermendan di konserê de starên bi zaravayên kurdî yên kurmancî, dimilkî, soranî û hewramî, ermenkî û tirkî jî gotin.
 
NEWAYA KEMENÇE Û MEY’Ê
 
Di konserê ku hunermendên Ma Muzîk û hunermêndên hosteyê mey Ertan Tekîn û hosteyê kemençeyê Hashem Rashadat jî, cih digirin. Konser wê îşev di saet 20.00’an de li ser hesabên medya civakî yên DTSO’yê bê weşandin. Konserên bi navê “Dengê Raboriyê; Konserên Amîda” ya ewil li Şikeftên Hesûniyê yên navçeya Farqînê, ya duyemîn li Keleha Zerzevanê ya li navçeya Çinarê, ya sêyemîn jî, li bajarê antîk ê navçeya Gêlê hatibûn lidarxistin.