Xebatên xwe bi koma xwendinê didomînin

img

MÊRSÎN - Li Mêrsînê mamosteyên ku piştî girtina KURDÎ-DER'ê komên xwendinê ava kirin, bang li her kesî kirin ku xwedî li zimanê xwe derkevin. 

Li Mêrsînê piştî ku şaxa KURDÎ-DER'ê di sala 2016'an de hat girtin, mamosteyên komeleyê komên xwendinê ava kirin û bi van koman xebatên xwe yên derbarê ziman de didomînin. 
 
'ZIMAN HEBÛN E'
 
Mamosteyê KURDÎ-DER'ê Emîn Aksû, anî ziman ku bi xwendina çîrok, helbest û romanan di warê ziman û wêje û hunerê de berheman dinirxînin. Aksû, diyar kir ku li Tirkiyeyê dîroka zext û zoriyê ya li ser ziman dîrokeke kevn e. Aksû, bilêv kir ku ziman çand û hebûna gelekî vediguhêzîne pêşerojê.
 
Aksû, destnîşan kir ku gelekê bêziman dê nikaribe bijî. Aksû, anî ziman ku polîtîkayên bişavftinê jî bi vî awayî pêk tên û got: "Yanî dixwazin di warê civakî, perwerdehî, wêje û çapemeniyê de gel tune bikin. Ji lewra çand bi ziman, gel jî bi çandê dijî. Ji bo tunekirina vê yekê bi zext û zoriyan û qedexeyan berê xwe didin çand û ziman." 
 
KOMÊN XWENDINÊ 
 
Aksû, diyar kir ku piştî pandemî belav bûye xebatên xwe bi awayekî onlayn dikin û got: "Di dema şewbê de em hev dibînin, dengê hev dibihîsin û fikrên xwe parve dikin. Em bi vî awayî xwedî li zimanê xwe, wêjeya xwe û çanda xwe derdikevin. Ji ber ku onlyn e gelek kes tevli komê dibin. Di vê pêvajoyê de komên xwendinê jî zêde bûn. Nivîskarên me jî tevli komên xwendinê dibin." 
 
Aksû, bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê xwe derkevin.