Armanca GOG'ê: Xêzkaran bigihîne

img

AMED - Gerînendeyê Weşana Giştî yê yekem kovara wêneromanî ya zarokan a kurdî GOG'ê Îmam Cîcî, anî ziman ku armanca wan, xêzkaran bigihînin. 

Yekem kovara wêneromanî ya zarokan a kurdî GOG, di 30'yê Çileyê de dest bi weşana xwe kir. GOG, xîtabî zarokên ku temenê wan di navbera 7-14 salan de dike û niha bi awayekî dîjîtal tê çapkirin. Kovar ji 48 rûpelan pêk tê û navê xwe ji lîstika zarokan "gogê" girtiye. 
 
Gerînendeyê Weşana Giştî yê GOG'ê Îmam Cîcî, behsa kovarê û armanca wê kir. 
 
‘XEYAL BÛ, ME GAV AVÊT, PÊK HAT' 
 
Cîcî, anî ziman ku ev xeyala wî ya 20 salan e û got: "Tenê ne fikirek bû, min gelek caran sêwirana wê jî çêkiribû. Lê ji bêgavî min ew taloq dikir. Tenê ne ez, hemû xêzkarên kurd ên ku ez wan nas dikim, nebûna wêneromanê di çanda me de wekî kêmasiyekê didîtin. Lê ji ber zext û zoriyên li ser çanda me, em xêzkar jî me berê xwe dan kovarên mizahê. Helbet niha jî şert û merc neguherîne, lê êdî lukseke me ya ku em li benda guherandina şert û mercan bisekinin tune ye. Diviya bû me hin gav biavêtana û axirê me avêt. Heger çandeke wêneromanê bê çêkirin, divê ewilî zarokên ku ji wêneromanê hez dikin hebin. Kovara GOG'ê jî bi vî awayî vejiya." 
 
Cîcî, destnîşan kir ku GOG kovareke serbixwe ye û got: "Beriya ku derkeve me kampanyayeke piştgiriyê da destpêkirin û di nav mehekê de bi eleqeyeke mezin bi dawî bû. Yanî GOG, bi piştgiriya gelê me yê ku yeqîniya xwe bi projeyê anî, pêk hat." 
 
48 RÛPELÊN TÊR Û TIJΠ
 
Cîcî, diyar kir ku di hejmara yekem a kovarê de wêneromanên ewropayî yên wekî Red Kît, Yakarî, Milo û ligel vê çîrokeke yekrûpelî ya hunermendê navdar ê îsraîlî Asaf Hanûka jî heye û got: "Ji me jî Dogan Guzel bi 'Qirix', Ender Ozkahraman bi 'Çîrokên Wê Derê', Evdal Can bi 'Şahmaranê', rûpela 'Ev Kî Ye?' ku bi zimanekî mizahî behsa mirovên zanyar û hunermendan dike, çîroka keçikeke 8 salî 'Porsor', rûpela nûçeyên çand û zanistê, rûpela 'Pirtûk Dibêjin Çi?' ku bi jêwergiranên pirtûkan û bi illustrasyonan tê amadekirin û her wiha rûpela "Na, Ne Wisa Ye" ku karakterên wêneromanan analîz dike heye. Yanî 48 rûpelên têr û tijî hene. Her ku bê xwendin dê piştgiriya ji bo wê jî zêde dibe." 
 
‘HÊLEKE ZAROKTIYÊ' 
 
Cîcî, bal kişand ser wêjeya zarokan a kurdî jî û got: "Ji bo vê hin weşangerên me bi dil û can têdikoşin. Lê cardin jî hê zû ye ku meriv behsa wêjeya zarokan bike di wêjeya kurdî de. Meriv bi zimanê xwe yê zikmakî baş bizanibe û çanda xwe baş nas bike, ev nayê wateya ku yê meriv bibe nivîskarekî/e baş ê wêjeya zarokan. Beriya her tiştî divê merov zarok nas bike. Hûn nikarin vê bi nasnameya xwe ya perwerdekarî an jî dê-bavtiyê bikin. Şert e ku hêleke we ya zarokbûnê hebe." 
 
XÊZKARÊN PÊŞEROJÊ 
 
Cîcî, bal kişand ser armanca kovarê jî û got: "Heger zarokên me li gel çanda xwe çandên din jî nas bikin, heger em tiştên ku zarok zewqê jê bistînin biafirînin, heger em ji bo hunermendên kurd qadên nû biafirînin, heger bi vê kovarê xêzkarên pêşerojê bigihên, dû re bibin xêzkarê vê kovarê, heger zarok bi vê kovarê xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe yê zikmakî pêş bixin û ciwanên kurd meseleyên xwe bi formata wêneromanê bînin ziman ma yê ne baş be? Xeyala me ev e." 
 
‘ARMANC, BIGIHÊ HEMÛ ZAROKÊN KURD' 
 
Cîcî, anî ziman ku niha GOG'ê tenê di platforma dîjîtal de çap dikin û got: "Ez dizanim piraniya gelê me nikare li ser înternetê kovarê bixwîne. Lê mixabin qaweta ma nagihê em bi awayekî matbû çap bikin. Heger bi vî awayî hejmara xwendevanên wê zêde bibe, dilê me heye em GOG'ê bigihînin hemû zarokên kurdan. Dû re dilê min heye wêneromanên navdar daxilî nav kurdî bikim û albumên wêneromanî yên hunermendên kurd çap bikim û bi vî awayî çandeke wêneromanê bidim der." 
 
Xwendevan dikarin bi navnîşana www.goweneroman.com/?lang=ku xwe bigihînin GOG'ê. 
 
MA / Eylem Akdag