TÎGEM’ê girikên dîrokî tune kir û bermayiyên dîrokî jî bir şantiyê

img
RIHA - Li Serêkaniyê girikên li nav eraziyên çandiniyê yên di bin berpirsiyariya qada TÎGEM’ê de hatin tunekirin. Bermayên dîrokî yên ji girikan derxistine jî danîne qada şantiyê. 
 
Miduriyeta Giştî ya Xebatxaneya Çandiniyê (TÎGEM) ya ku girêdayî Wezareta Çandinî û Daristanê ye girikên di navbera sînorên navçeya Serêkaniyê ya Rihayê û navçeyên Qoser û Dêrikê yên Mêrdînê de tune kir. Ev girik di dema xebatên ji bo eraziyan de li vir hatin birêvebirin hatine tunekirin. Hejmara van girikan gelek e. TÎGEM’ê van girikan bi kepçeyan rast kir. Divê bermayiyên dîrokî ku ji van girikan derketina jî agahiya Miduriyeta Parastina Çandê û Muzeya Rihayê pê bixistana. Lê van bermayiyan nedane miduriyetê. Welatiyan dîmenên van bermayiyên TÎGEM’ê zirar daye wan girtin. 
 
KEVIRÊN DÎROKÎ LI ŞANTIYÊ NE 
 
Di dîmenan de xuya dibe li qada TÎGEM’ê ku xebat kiriye ji wan girikan tenê bîr mane û ev bîr jî bi lastîkên maşîneyan û xweliyê tije bûne. Di dîmenek li qada şantiyeya TÎGEM’ê de jî tê xuyakirin ku bermayiyên dîrokî ku ji wan girikan mane hene. Kevirên aş, mal û qonaxan tên dîtin û her wiha li ser van keviran sembola xaçê jî heye. Her wiha di dîmenan de tê dîtin ku berê li ser van bermayiyan agir jî hatiye pêxistin. 
 
DIVÊ DESTEYA PARASTINÊ MUDAXILE BIKE 
 
Welatiyên dîmenan girtin diyar kirin ku ev xebata ji aliyê TÎGEM’ê ve hatiye kirin li gel cendirmeyan pêk hatiye û her çiqas ew li rayedaran geriyane jî dîsa wan arasteyî cendirmeyan kirine. Welatiyan anî ziman ku ew li Miduriyeta Muzeyê jî geriyane lê heta niha tu tiştek nekiriye û girikên li qada TÎGEM’ê hemû hatine tunekirin. Welatiyan destnîşan kir ku divê Desteya Paratsina Heyînên Çandê ya Rihayê xwedî li herêmê derkeve û xebatên tunekirina cihên dîrokî rawestenîne û li herêma Serêkaniyê, Qoser û Derikê girikek dîrokî nehatiye hiştin û hemû hatine tunekirin. 
 
MA / Ahmet Kanbal