Ji ber şewbê esntrumanên xwe firotin

img

WAN - Komên muzîkê ku ji ber şewba Covîd-19'ê êdî nikarin kar bikin, anîn ziman ku ji ber ku piştgiriya wan nayê kirin ensturumanên xwe difiroşin. 

Şewba Covîd-19'ê bandoreke nebaş li sektora muzîkê kiriye. Ji ber tevdîr û qedexeyên derbarê şewbê de dawet, nîşan û şahiyên din hatine qedexekirin. Ji ber vê komên muzîkê jî betal mane. Komên muzîkê, kameravan û wênegirên li Wanê jî nesîbê xwe ji vê rewşa xirab girtine. Gelek muzîkjenan û kameravan ji ber nikarin debara xwe bikin enstrumanên xwe û makîneyên xwe difiroşin an jî ji bo kar koçî bajarine din dikin. 
 
500 MUZÎKJEN BETAL MANE 
 
Muzîkjen Îbrahîm Sefer ku 26 sal in li dawetan lêdixe, anî ziman ku ji ber kar tune bi mehan e nikare kirêya xwe bide. Sefer, bilêv kir ku nexasim jî divê piştgiriya muzîkjenên herêmî bê kirin û got: "Em mexdûr in. Li Wanê zêdetirî 500 muzîkjen hene. Niha giş betal in. Kredî dan, niha jî heqê wê hatiye. Nizanim em ê çawa bidin. Bi ser de jî zivistan hatiye, tam nexweş bûye. Heqê ceryan, av, notirvan... Divê em heqê vana gişan bidin." 
 
ENSTRUMANÊN XWE DIFIROŞIN 
 
Sefer, destnîşan kir ku ji ber rewşa aborî nikare klîbê bikişîne û gelek hevalên wî ensturmanên xwe difiroşin. Sefer got: "Li Wanê karek tune. Em nikarin biçin bajarine din jî. Tekane dahata me muzîk e. Gelek hevalên me xwestin amûrên xwe bifiroşin. Lê ji ber ku kar tune, kes nakire. Me heya niha ji berîka xwe xwar. Pandemî ji bo muzîkjenan bû erdhej. Em li bendê ne ku vê serdemê karê me dest pê bike." 
 
ALÎKARIYA WAN NEKIRINE 
 
Kahraman Kewê jî 21 sal in kameravanî û wênegiriyê dike. Kewê, anî ziman ku piştî ku daweta hatine betalkirin rewşa wan xirab bûye û mexdûr bûne. Kewê, bilêv kir ku hevdîtin bi rayedarên herêmî re kirine, lê belê tiştek jê derneketiye. Kewê got: "Alîkariya gelek sektoran kirin, lê heya niha tiştek ji bo sektora me nekirine. Em pir xisirîne. Jixwe em tenê 6 mehan dixebitin. 6 mehên din jî betal in. Gelek hevalên me nikarin nan jî bibin malê. Gelek hevalên me jî mecbûr man enstrumanên xw ebifiroşin. Ev ji bo muzîkjenan tiştekî nebaş e. Em qeydên berê diselihînin. Carinan jî gava nîşan çêdibin em diçin dîmenan digirin. Lê hevalên muzîkjen di vê pêvajoyê de betal man. Ji bo alîkariya hunermendan qanûnek çêkirin. Lê gelek kes ji ber ku nasnameya wan a hunermendiyê tune ye, ji vê alîkariyê sûd wernegirtin." 
 
MA / Bariş Donmez - Tolga Guney