‘Armanc, em pêşî li ber bişaftinê bigirin'

img
STENBOL - Komeleya Lêkolînên Kurdî, vîdeoyên dersên kurdî li ser Youtubeyê bar dike. Mamsoteyê komeleyê Alî Arslan, anî ziman ku bi vî awayî hem dixwazin xwendin û nivîsandina bi kurdî hîn bikin hem jî rêzimana kurdî û armanca wan, pêşî li ber bişaftinê bigirin. 
 
Komeleya Lêkolînên Kurdî, piştî şewba Covîd-19'ê belav bû, êdî kursên xwe bi awayekî onlayn dide. Komele niha dersên Kurmanci, Kirmanckî, Hewramî, Kelhurî û Soranî dide. Her wiha komele vîdeoyên dersên ziman li ser qenala xwe ya Youtubeyê jî bar dike.
 
Rêvebir û mamsoteyê komeleyê Alî Arslan, anî ziman ku Nûnertiya Tirkiyeyê ya Komeleya Heinrich Boll Stiftunge jî piştgiriyê dide projeya wan a dersan. 
 
Arslan, bilêv kir ku dersên wan ji 13 beşan pêk tên û bi piranî li ser rêzimanê disekinin. Arslan got: "Ev 13 beş ji bo kesên kêm baş bi kurdî nizanin û ji bo kesên baş bi kurdî dizanin hatine amadekirin. Bi van dersan armanca me, em hem alfabeya kurdş, hem nivîsandina bi kurdî û hem jî rêzimana kurdî hîn bikin." 
 
Arslan, da zanîn ku ji ber şewba Covîd-19'ê xebatên xwe li ser medyaya dîjîtal dikin û got: "Ji ber ku dersdayîna rû bi rû ne pêkan e, valahiyek çêbû. Lewma me jî li vê derê dest pê kir. Bi vî awayî me xwe gihand gelek kesan. Niha di vê kursê de ez tenê dersê didim. Lê belê di pêş de em ê ji bo kirmanckî jî tiştên werê bikin." 
 
Her wiha Arslan bilêv kir ku girîngiya medyaya dîjîtla zêde bûye û bi vî awayî êdî dikarin pêwendiyê bi gelek kesan re deynin. 
 
ELEQEYA JI BO ZIMÊN
 
Arslan, destnîşan kir ku çendî ku êrîş li ser zimên hebin jî eleqe zêde bûye û ev yek bûye cihê hêviyê. Arslan got: "Kurd jî wekî hemû gelan dixwazin bi zimanê xwe perwerde bibin. Ev derfet niha li Başûr û Rojava heye, lê belê li perçeyên din qedexe ye û tê astengkirin. Lê belê zext û zorî çi qas zêde bibin jî her diçe eleqeya ji bo kurdî zêde dibe. Mirov bi saya medyaya dîjîtal hîn bêtir xwe digihînin van xebatan." 
 
VEXWANDIN 
 
Arslan, destnîşan kir ku xebatên di warê kurdî de pir girîng in û got: "Armanca me ya serele em pêşî li ber bişaftin û otobişaftinê bigirin. Ji lewra di warê perwerdehiyê qedexe li ber kurdî hene. Ev yek jî her diçe talûkeya bişaftinê zêdetir dike. Em jî hewl didin li dijî vê alûkeyê xwendin û nivîsandin belav bikin. Em dixwazin kurd û kesên bi kurdî dizanin vexwînin nav xebatên xwe." 
 
MA / Mehmet Aslan