Akkûzû: Em dixwazin çanda kurdî derxînin holê

img

AMED - Lîstikvanê Şanoya Bajêr a Amedê Yavûz Akkûzû diyar kir ku bi bernameya ‘Hinek Henek’ dixwazin çanda kurdî ya wekî xezineyekê ye derxînin holê û got: “Em bi lîstikan kena xwe bi desthilatdaran tînin.” 

Bernameya Hinek Hinek a ji skecên henekên kurdî pêk tê, di 13’ê Cotmehê de cara ewil di Stêrk TV’yê dest bi weşanê kir. Di skecan de 13 jê lîstikvanên bingehîn ên Şanoya Bajar a Amedê, Teatra Jiyana Nû, Teatra Mencel û Teatra Yekta Hêvî 18 lîstikvan dilîzin. Bi xebatkarên teknîk, kêşan, dekor û makyajê ekîbeke li dor 35 kesan pêk tê heye. Bernameya ku beşa wê ya 8’emîn hat weşandin, gelekî bala temaşevanan kişand. Lîstikvanê Şanoya Bajar a Amedê Yavûz Akkûzû derbarê bernameya Hinek Henek de axivî.
 
‘ME NE GOT PANDEMÎ DERKET KA EM BISEKININ’
 
Akkûzû diyar kir ku hîn 4 sal berê der barê bernameya Hinek Henek de nîqaşên wan çêbûne, lê ji ber derfetan nikaribûne çêbikin û wiha got: “Niha em çar kom gihîştin hev. Lîstikvanên çar koman vî karî dikin. Ji Stenbolê Teatra Jiyana Nû, ji Wanê Teatra Mencel, ji Amedê Şanoya Bajar a Amedê û Teatra Yekta Hêvî, ji Batmanê jî hevalekî me yê lîstikvan tevli me bûye. Mixabin ji ber ku qeyûm şanoya Êlihê girt, kom belav bû. Prova, nivîsandina teksta, kêşan û hwd. ji bo televîzyonê zehmet e û demekî dirêj dixwaze. Ji ber vê yekê em nikaribûn werin cem hev, derfet tune bûn. Lê pandemî ji bo me bû derfetek. Me ne got ‘pandemî derket ka em bisekinin, rawestin tiştekî çênekin, an jî bila ji derve alîkariyek were’. Em neketin nav vî zimanî û me bi dest xebatên xwe kir. Destpêkê me bi awayekî onlayn civîn çêkirin ku em teksta çawa binivîsin, dekorê çawa ava bikin, kostum çawa bên çêkirin, em li kû bi kê re bikişînin hwd. axivîn. Di nava du mehan de me ev tişt organîze kirin.”
 
TEMAŞEVAN TEKSTAN DIŞÎNIN
 
Akkûzû, da zanîn ku tekstên lîstikan ji temaşevanên xwe dixwazin û wiha axivî: “Di dema pandemiyê de me dest bi xebatên xwe kir. Me tekstên xwe ji temaşevanên xwe xwest. Me xwest ku temaşevanên me jî di nava vî karî de bin. Hevalên me jî tekstan dinivîsin, lê em ji derve jî dixwazin. Mesela ji ewropa, başûr, rojava, rojhilat, bakûr lîstikan dinivîsin û ji me re dişînin. Tiştekî hevpar derdikeve holê. Me di Tîrmehê de dest bi provayan kir, kêşana wan jî me Tebaxê kir û di Cotmehê de jî dest bi weşanê kir.”
 
‘JI BO TEKSTAN HIN PÎVANÊN ME HENE’
 
Akkûzû, anî ziman ku tekstên lîstikan ên temaşevan û hin derdorên din ji wan re dişînin hemûyan qebûl nakin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo tekstan hin pîvanên me hene. Mesela hinek çîrokên me hene derbarê tundiya li ser jinê, tundiya li ser ajalan de, tiştekî li hemberî vê yekê em bibînin qebûl nakin. Ji aliyê teknîkî dekorek pir mezin hatibe avakirin ku mirov nikare li ser dikê ava bike ew skêc çênabe. Ji aliyê polîtîk ne nêzî nêrîna me be em qebûl nakin. Mesele di gelek sînemayên tirka de kurdan wekî nezan nîşan didin yên bi vî awayî em qebûl nakin. Hinek tekst diyalogên wan qels bin em li ser dixebitin xurt dikin, hinekan jî diyalog baş be mijar ne baş be li ser wê jî em dixebitin. Di hinekan de jî du sê mekan derbas dibin ji ber ku derfetên me nînin em têxin mekanekê. Bila temaşevan û nivîskarên me yên tekstan bizanibin ku ji ber van sedeman, em hin tekstan qebûl nakin." 
 
‘XEZÎNEYA HEYÎ DIVÊ MIROV DERXÎNE HOLÊ’
 
Akkûzû, destnîşan kir ku di lîstikên xwe de ne tenê tiştên polîtîk cih didin tiştên din jî û wiha berdewam kir: “Çîrokeke gelerî ku li ser civaka kurdan be, jestek, mîmîkek, sekneke kurdewarî, ev muhîmin. Tiştên ku kurd niha li Tirkiyeyê dijîn dikin mijar. Em dikarin henekên xwe bi dewletê bikin. Ev çîrok gelek muhîm in lê belê divê em civaka kurd jî ji bîr nekin. Xezîneyek heye divê mirov derxîne holê. Mesele çîrok û pêkenokên heyî nivîskar û temaşevanên me dikarin bikin diyalog mezin bikin, karakteran, mekanan lê zêde bikin, dikarin bikin skêc. Em tenê nabêjin skêcekê ji nû ve ava bikin. Ev yek ji bo ku çanda kurdî derkeve holê ji bo me muhîm e. Tiştên rojane û niha li Tirkiyeyê diqewimin gelek muhîm in ji bo skêcan, ji ber çi? Em henekên xwe bi tiştekê bikin, em dikarin wê mijarê qels bikin. Em henekên xwe pê nekin ew mijar mezin dibe û di nava civakê de dibe tişteke ku jê bitirsin. Mirov, civak, her kes jê ditirse. Tu henekên xwe pê bikî tu jê natirsî dê çalaktir bî. Divê em henekên xwe bi wan tiştên ku tên serê me bikin. Polîtîka dikare tişta cidî bigire, lê huner divê henekên xwe pê bike.”
 
‘JI BER KÊMBÛNA TEKSTAN ZEHMETIYAN DIKIŞÎNIN’
 
Akkûzû, bilêvkir ku ji aliyê kêmbûna tekstan zehmetiyan dikişînin û wiha lê zêde kir: “Gelek tekst ji me re tên lê mixabin ji ber ku dibistanên me ava nebûne, dewletê qedekiriye û kesê ji zaroktiya xwe heta ciwantiya xwe perwerdehiyeke ziman û hunerê nedîtî ye. Ji ber wê yên ku dinivîsin nizanin mijarekê dest pê bikin û fînala wê bînin. Ji ber ku dibistan tune ne. Berê li çend bajaran akademiyên çand û hunerê hatibûn avakirin. Li wir şagirt hîn dibûn ku dê çawa diyalogan binivîsin, çawa fînalîze bikin, lîstikvanî çawa tê nivîsandin. Nivîskarên me yên romana û çîroka dinivîsin, şanoyan nanivîsin mixabin ev kêmasiyek e. Mesele skecên hazir hebin wê lîstik şûna ku rojekê bidome wê du saetan bidome. Em ê pirtir skecan ava bikin, bilîzin û biweşînin. Ji aliyê aboriyê ve jî pirsgirêkên me hene. Mesele me dikaribû dekoreke xweşiktir çêbikira, kostumên xweşiktir dizayana wan çêbikira lê em tên li aboriyê diqelibin. Ji aliyê dikê û teknîkê jî kêmasî hene. Lê dîsa li gorî derfetan karekî serkeftî ye.”
 
BERNAME WÊ BIDOME
 
Akkûzû, destnîşan kir ku wê bernameyê heta Gulana 2021’an bidomînin û wiha domand: “Em difikirin ku heta dawiya Gulanê jî skêcên xwe biweşînin. Lê ji ber pandemiyê derfet werin guhertin ez nikarim tiştekê bibêjim. Ji bo berdewamiya bernameyê jî em ê meha Gulanê werin cem hev lê binêrin ka temaşevan çi dibêjin, saziya ku em ji wan re bername çêdikin dê qebûl bikin qebûl nakin piştî ku me bi hev kir em ê serdema nû berdewam bikin. Niyeta me heye ku heta derfet hebin em berdewam bikin.”
 
‘ÇI QAS HENEKÊN XWE BIKIN EW QAS BAŞ E’
 
Akkûzû, anî ziman ku ji ber skêcên dilîzin bertekên baş digirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dîtina çîrokên kurdî, mijarên rojan e, kêfxweşiyê dide temaşevanan, gel dixwaze tiştên civakî bibînin bibîhizin tiştên polîtîk jî bi keyfxweşî bigirin dest. Rast e gelê kurd di pêvajoyeke giran de derbas dibe lê em çi qas henekên xwe bi van tiştên ku tên serê me bikin li gor min em ê bi hêztir bin. Heta ku ji destê temaşevanan hat mijarên ku bi serê wan hatine, an bihîstine, di van roja de çi tê serê wan. Ku henekên xwe bi desthilatdariyê bikin û bikin diyalog, skeç, çîrok ji me re bişînin em li hêviya wan in qewetekê bidin me em ê gelekî kêfxweş bin. Çi qas henekên xwe bikin ew qas baş e.”