Romana ‘Rêwiyê Demên Windayî’ derket

img

ÊLIH - Mamosteyê îxrackirî Ramazan Kavak, di pirtûka xwe ya sêyem a bi navê “Rêwiyê Demên Windayî” de behsa çand, êş û berxwedana herêma Torê dike. 

 
Ramazan Kavak, di sala 2016'an de bi KHK'ê ji mamostetiyê hatiye îxrakirin. Piştî tê îxrackirin li ser kurdî hûr dibe. Heya niha 2 jê helbest û yek jê roman 3 pirtûkên kurdî çap kirine. 
 
Kavak di salên 2017-2018'an de pirtûkên xwe yên helbestan ên bi navê "Êşa Genim" û "Şiverêk" çap kirine û niha jî romana xwe ya bi navê “Rêwiyê Demên Windayî" çap kiriye. 
 
Kavak di vê pirtûka xwe de bal dikişîne ser çand, huner û awayê jiyana herêma Torê. 
 
Kavak, anî ziman ku piştî zanîngeh kuta kiriye biryar girtiye ku bi kurdî binivîse. Kavak, ji ber ku dereng dest bi nivîsandina bi kurdî kiriye xwe rexne kir û wiha got: "Pirtûk bi piranî behsa berxwedana mala Haco û çîroka wan a koçberiyê dike. Di vir de ziman û çanda xwecihî heye. Ji lewra ev herêm bi salan e bi qirkirineke çandî re rû bi rû ye. Helbet her tim çanda xwe parastiye. Herêma Torê jî, herêmeke mezin e. Qismek jê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Sînor li navbera wê hatiye danîn." 
 
Kavak, bilêv kir ku kesên bixwazin pirtûkê peyda bikin, dikarin li ser platformên dîjîtal peyda bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em bi kurdî biaxivin, bi kurdî binivîsin û bi kurdî xêz bikin. Zimanê kurdî perçeyeke mezin ê cîhanê ye. Em ji kurdiya xwe ya xwecihî dest pê bikin û xwedî li kurdiya xwe derkevin." 
 
MA / Fethî Balaman