Bircên Fînîkê ji ber xemsariya dewletê hildiweşin

img

ŞIRNEX -  Bircên Fînîkê yên dîrokî yên li gundê Keraşînê yê navçeya Basayê, bi tunebûn û hilweşandinê  re rû bi rû ne.

Berhemên dîrokî yên li bajarên herêmê ji ber xemsariya dewletê tên talankirin û roj bi roj tune dibin. Bi sedan berhemên serdemên cuda ji ber vê xemsariya dewletê tunebûne û niha ji wan tu nîşane nemane. Yek ji van berhemên ku bi vê aqûbetê re rûbirû ye Bircên Fînîkê yên li gundê Keraşînê yê navçeya Basayê ya Şirnexê ne. Bircên Fînîkê ku bi hezaran salan e li ser piya ne, ji ber bê xwedîbûnê li ber hilweşandinê ne. Gundiyên Keraşînê ji ber xemsariya dewletê ya li hemberî bircan bi bertek in û daxwaz dikin bircên ku di wan de malên şikeftan û zindan hene, bên restorekirin û ji turîzmê re bên qezneckirin. 
 
Tê zanîn ku Bircên Fînîkê di salên 1400'î de ji aliyê Gutiyan ve hatine çêkirin. Di serdemên piştî Gûtiyan de jî birc bi armancên cûda hatine bikaranîn. Di nav bircan de keleh, zîndan û şikeft hene. Her wiha li bircan li ser dîwaran nivîs jî hene û hê jî jê neçûne. Di bircan de derence jî heye. Di serdema Asûrî û Gûtiyan de  ji bo ku bi korîdorên veşartî ji kelehê avê bigirin, ev derence hatiye bikaranîn.  Di heman demê de di bircan de peykerê jinekê jî heye. 
 
Ji ber ku xebatên restorekirinê li Bircan nehatiye kirin, birc roj bi roj binax dibin.  
 
 
MA / Zeynep Dûrgût