Çar û Mar: Me cudahî û huner kirin yek

img

MÊRSÎN – Koma Çar û Mar ku ji 4 jinan, 4 zimanan û 4 çîrokan pêk tê, bi helbest, muzîk û çîrokên xwe dengên jinan radigihînin. 

Koma Çar û Mar ji bo dengên jinan ragihîne dixebite. "Çar" di kurdî de tê wateya "4" û "Mara" jî di erebî de tê wateya "Jin"ê. 
 
Endama Komar Çar û Març hunermenda ereb Yelîz Guzel, anî ziman ku ewilî 3 jin bi helbet, muzîk û çîrokan dest bi xebatên komê kirine. Guzel, bilêv kir ku endameke komê kurd, yek jê ereb û yek jê jî tirk e û got, niha xebatên xwe bi 4 jin, 4 ziman û 4 çrîokan didomînin. Guzel, bilêv kir ku ji bo balê bikişînin ser 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şideta Li Hemberî Jinê projeyeke wiha dane destpêkirin û got: "Em ew jin in ku em bi têkoşîan li dijî şidetê hatine roja îro. Em hem li dijî şideta derûnî hem jî li dijî şideta fizîkî li ber xwe didin û dixebitin." 
 
Endama komê helbestvan Jana Med Înanç jî diyar kir ku paşê zimanê xwe fêr bûye. Înanç ku got "Zimanên cuda ji bo me dewlemendiyek e" got: "Li erdnîgariya me cudahî wekî dîkekirinê tên bikaranîn. Mesela jinbûn, bikaranîna zimanekî cuda hemû ji bo dîkekirinê tên bikaranîn. Lê em berevajî vê difikirin. Gava ez bi kurdî distrêm an jî helbestan dixwînim bibandor dibin. An jî gava bi tirkî tê xwendin em bibandor dibin. Em bi zimanê cuda dibin yek. Me li gor ruhê hunerê her 4 ziman anîn cem hev du û me xwest em tiştekî xweşik derxînin holê."
 
Her wiha Înanç, bilêv kir ku bi vî awayî xwestine zext û zoriyên li ser jinan jî bişikînin. 
 
HER JINEK ÇÎROKEK E 
 
Endama komê Dîlek Îder e tirk jî destnîşan kir ku bêyî ku cihêkariya ziman, nîjad û dînî bikin, dijîn û got: "Li vî welatî jin tên dîkekirin. Me jî xwest bi hunerê em dengê xwe ragihînin. Me xwest em bi rêya hunerê dengê xwe ragihînin, hêza jinê bidin der. Stran, helbet û çîrok sê awayên vegotinê ne. Me hemû rê tecrih kirin. Her wiha her jinek çîrokek e. Her kes çîroka xwe bi awayekî vedibêje û bilêv dike." 
 
'EM JIN BIHÊZ IN' 
 
Endama komê Melîsa Tûra jî anî ziman ku jin ji ber nasnameya xwe pir tên dîkekirin û got: "Hin ji ji ber zimanê xwe hin jê jî ji ber dîtina xwe tên dîkekirin. Me xwest em evan tiştan bînin cem hev du û vê yekê bişikîin. Em vê bi hunerê dikin. Li erdnîgariya me gelek çand hene û anîna cem hev a van çandan di dest me de ye. Em jin pir bihêz in û em dixwazin her kes hay ji vê hebe." 
 
Tûra ku got "Êdî divê dengê jinan bê bihîstin" got: "Em di serdemeke werê de ne ku şideta li ser jinê pri bûye. Em dixwazin nîşan bidin ku em bi hunera xwe li vê derê ne û em ê tim li ser pêya bin." 
 
MA / Omer Akin