Muzîkjenê betal maye: Ez ê dev jê bernedim

img

STENBOL – Muzîkjen Yûnûs Kamay ku ji ber şewbê betal maye, atolyeya xwe ya baxlemeyê pêşî kir kafe, niha jî kiriye tekstîl. Kamay ku hîn jî kursa baxlemeyê dide anî ziman ku, dê îsrara wî ya ji bo muzîkê dewam bike. 

Yek ji qada ku pir tesîr ji şewba Covîd-19'ê girtiye jî qada çand û hunerê ye. Muzîkjen Yûnûs Kamay ku ji zarokatiya xwe ve bi muzîkê re eleqedar bûye, ji roja ku şewb derketiye holê betal maye. Kamay, ji navçeya Kolik a Semsûrê ye û malbata wî di sala 1987'an de koçî Stenbolê kiriye. Kamay, di 12 saliya xwe de li atolyeyeke tekstîlê dest bi kar kiriye, lê belê di be rkarê tekstîlê re jî tim bi guhê î li ser muzîkê bûye. 
 
Lê belê niha Kamay ku ji ber şewbê betal maye, atolyeya xwe ya baxlemeyê pêşî kiriye kafe û dû re jî kiriye tekstîl. Kamay ku hîn jî kursa baxlemeyê dide anî ziman ku, dê îsrara wî ya ji bo muzîkê dewam bike. 
 
ALBÛM ÇÊKIRIN 
 
Kamay, diyar kir ku ligel hemû zor û zehmtiyan jî di qadê muzîkê de dev ji hilberandinê bernedaye û got, bi navê "Îşçî Kardeşîm" û "Denîz Gozlum" du albûmên ku ji stranên kurdî û tirkî pêk tên çêkiriye. 
 
ALBÛMA NÛ 
 
Kamay, bilêv kir ku niha jî li ser albûmeke nû ya bi navê "Zarokên Kolikê" dixebite û got, di vê albuma ku 13 stranan pêk tê de stranên bi navê “Zengil”, “Ax Lê Dayê Ax Lo Bavo”, “Zînê”, “Gazinc”, “Siya Darê”, "Te Bistînim", "Hey hey", "Were", "Zaroken Kolike" û “Bahoz Baran” hene. Kamay, diyar kir ku di vê albuma xwe de bal kişandiye ser evîn, bîrîkirina dê û bav, hesreta ji bo welêt, zilmên li Helebçe û Sûriyeyê, warên hatine kavilkirin û zarokên sêwî hatine hiştin û mirovên hatine kuştin. 
 
Kamay ku ji ber şewbê ji mecbûrî ji kargeha muzîkê ya bi salan lê xebitiye derketiye, demek berê ji ber rewşa aborî li Sûltangaziyê ji xwe re atolyeyek vekiriye. Kamay, ji bo karibe debara xwe bike atolyeya xwe kiriye kafe jî. Kamay got: "Piştî ji ber şewbê mecbûr mam dev ji karê xwe berdim, êdî min nikaribe bi pereyê kursê debara xwe bikira. Jixwe rewşa xwendekarên dihatin kursê jî diyar bû. Îjar ji bo barê wan giran nekim û ji bo karibim bêheq kursê bidim min atolye kir kafe. Min hem kurs dida hem jî di ber re min tost, menemen û çay çêdikir. Piştî min dît ev jî nabe vê carê min çay da esnafan. 
 
60 ŞAGIRTÊN WÎ HENE 
 
Lê belê kafeya Kamay jî bandor ji şewbê girt. Ji ber vê Kamay vê carê du makîneyên dirûnê jî anîye atolyeya xwe û tevî hevalekî xwe yê muzîkjen dest bo karê dirûnê kiriye. Niha Kamya dersê dide 60 şagirtî. 
 
Kamay ku hem karê dirûnê dike hem jî dersa baxlemeyê dide got: "Bi şewbê re rewşa her kesî guherî. A min jî wisa bû. Lewma min wiha kir, an jê min ê nikaribûya debara xwe bikirana. Ji bêçaretî min wisa kir." 
 
Kamay, anî ziman ku wekî gelek sektoran sektora muzîkê jî nehiştine û got, piştî kurs diqede dest bi karê dirûnê dike. Kamay got: "Em xistin vî halî jî. Ji ber şewbê hin qedexeyan datînin, lê qedexeyên datînin dûrî aqilan e. Tenê bi awayekî sûkî dikin. Lê çima hûn dibin sedema nanê xelkê?" 
 
WÊ ÎSRARA WÎ YA JI BO MUZÎKÊ BIDOME 
 
Kamay, bal kişand ser pirsgirêkên muzîkjenan jî û got, nexasim jî divê hunermendên rewşa wan baş alîkariya wan bikin. Kamay, destnîşan kir ku lê belê çi dibe bila bibe dê îsrara wî ya ji bo hilberandina muzîkê bidome û got: "Muzîk, hemû dilan tîne cem hev du. Bi muzîkê kî kî ye, ji ku ue, ji çi ye hwd. hemû pirsgirêk ji holê radibin. Ji ber ku jiyan bixwe ye, lewma zor û zehmtî çi dibin bila bibin em ê dev jê bernedin." 
 
MA / Mehmet Aslan