Muzîkjenên ku êdî nikarin debara xwe bikin enstrumanên xwe difiroşin

img

ENQERE - Muzîkjenên ku ji ber şewba Covîd-19'ê betal mane, ji bo debara xwe bikin enstrumanên xwe difiroşin. 

Ji ber şewba Covîd-19'ê bi milyonan muzîkjen betal man. Li gor daneyên Sendîkaya Muzîk û Hunermendên Ser Dikê (Muzîk-Sen) ji roja ku şewb dest pê kiriye heya niha di ser sedî re muzîkjen xwe kuştine.
 
EWREKE REŞ
 
Irmak Ayoglû ku pênc sal in di qada muzîkê de dixebite, ji meha Adarê heya niha betal e. Ayoglû, bilêv kir ku ji ber vê derûniya wê xirab bûye û got: "Ewreke reş e, hatiye ser me. Rêbazên me yên çareseriyê jî kêm in. Deverên ku ez karibim muzîka xwe lê îcra bikim kêm in. Nikarim dengê xwe ragihînim û min xwe xistiye hundir. Karekî din ji destê min nayê. Yanî alternatîfeke me tune ye. Ev yek jî her diçe min bedbxet dike. Di giştînameya Wezareta Karên Navxweyî de tê gotin ku divê mekan saet di 22.00'an de bên girtin. Ev biryareke polîtîk e. Ez dikarim derkevim derve, dikarim alvêrê bikim, dikarim biçim dibistanê, lê nikarim li cihekî rûnêm û xwarinê bixwim û muzîkê guhdar bikim. Yanî nikarim sûdê ji çalakiyên çand û hunerî bigirim. Ma qey vîrûs tenê li qadên çand û hunerê belav dibe?" 
 
ENSTRUMANÊN XWE DIFIROŞIN 
 
Ayoglû got: "Nikarim heqê kirêya xwe bidim. Em enstrumanên xwe difiroşin û ji dest me karekî din nayê. Dixwazim muzîka xwe îcra bikim. Dizanim stranên hatine çêkirin, beriya 22.00'yan nehatine nivîsandin û çêkirin. Doza guhdarvanên xwe û dika xwe dikim." 
 
XWEKUŞTIN ZÊDE DIBE 
 
Bîlgîn Koksal ku hema bibêje 16 sal in di qada muzîkê de dixebite, piştî şewbê karekî din dike. Koksal, diyar kir ku ji ber ku betal maye di sektora mobîlya û înşeatê de dest bi kar kiriye û got, ji bo deynên xwe bide mecbûr e bixebite. Koksal jî bilêv kir ku hevalên wî ji bo debara xwe bikin enstrumanên xwe difiroşin û got: "Hema bibêje her roj hevalên min telefonî min dikin. Dibêjin, 'Ez nikarim heqê kirêay xwe bidim, ez ê baxlemeya xwe, mîkrofona xwe bifiroşim.' Nûçeyên xwekuştinê tên. Tê gotin di ser sedî re muzîkjen xwe kuştine. Lê ez dibêjim ev tenê yên di çapemeniyê de derketine. Heger gotibin sed, miheqeq 10 qat zêdetirê wê ne. Li Stenbolê hevalekî min ê ciwan ensturmanên xwe û her tiştê xwe firot, lê piştî tiştekî wî yê ku bifiroşe neam, roja şemiyê xwe kuşt." 
 
RÊXISTINBÛYÎN 
 
Ûlaş Akyol ku nêzî 15 sal in kar muzîkê dike, piştî şewb derketiye holê li sektora grefaîk û mîzanpajê dest bi kar kiriye. Akyol, bilêv kir sektora herî zêde bandor ji şewbê girtiye qada çand û hunerê ye û ji ber nerêxistinbûyînê muzîkjen rexne kirin. Akyol, ji bo vê Muzîk-Senê rexne kir û got: "Li Tirkiyeyê nêzî milyonek muzîkjen hene. Lê ne rêxistinkirî ne. Sendîka heye, lê tiştekî nake. Di xebateke muxalif a civakiyî de li cem me cih nagir. Bûye saziyeke ku tenê aydatê bigire. Di dema şewbê de jî ne li cem me bû. Fatûreya şewbê li karkerên çandê hat birîn." 
 
Her wiha Akyol, destnîşan kir ku sê daxwazên wan ên sereke hene û got: "Tu hêleke zanistî ya qedexeya 22.00'yan tune ye. Ev qedexe divê bê betalkirin. Em jî ne li dijî tevdîrên bi vac û mantiq in. Divê tevdîrên bi vac û mantiq bên girtin. Gelek kes nan ji vê sektorê dixwin û bi mehane nikarin nan bibin mala xwe. Di demên dawî de li ser çand û hunerê zêde zêde zext ûz orî hene. Li gor qinyata min qedexeya 22.00'yan jî dewama van zext û zoriyan e. Em dixwazin ev zext û zorî û qedexe ji holê bên rakirin." 
 
MA / Emrûllah Acar