Hejmara mijdarê ya Kovara Zrîng derket

img

AMED - Hejmara Kovara qerfî ya Zrîng a meha mijdarê bi ser navê "Li hemberî tundiya zilaman jin xwe diparêzin" derket. Kovarê vê carê di berga xwe de têkoşîna jinê ya li  dijî tundiya zilam derxistiye pêş.  Kovarê di berga vê hêjmarê de têkoşîna jinê bi rêbaza dezenfektê ya li dijî tundiya zilam xêz kiriye. Jin bi dezenfektê li dijî tundiya zilam ku wekî vîrûsa talan, qox, tecawiz, qirkirin, şer, dizî, bişaftin,  nîşan daye têdikoşe. 

Hejmara Kovara Zrîng a qerfî ya meha mijdarê ku mehane weşanê dike bi ser navê "Li hemberî tundiya zilaman jin xwe diparêzin" derket pêşberî xwînerê xwe. Kovarê vê carê di berga xwe de têkoşîna jinê ya li  dijî tundiya zilam derxistiye pêş.  Kovarê di berga vê hêjmarê de têkoşîna jinê bi rêbaza dezenfektê ya li dijî tundiya zilam xêz kiriye. Di bergê de di destê jinê de amûra fisfisê ya dezenfektê heye. Li hemberî wê jî vîrûsên ku wekî talan, qox, tecawiz, qirkirin, şer, dizî, bişaftin,  nîşan daye heye. Kovar; vê hêjmara bi xêzê Rûşen Sarili yê bi sernavê "Kundirlop", xêz û pêkenokên Eşref Mûmcû yên wekî "Evînên Sist û Sosretîk" "Tirşik", "Tabletên beradayî", "Mele", "Mehlûqatên Eşref Mumcu", nivîsa Şêx Zubêr a bi sernavê "Kî me ez?", Nivîs û xêzên Mustafa Yaman yên bi sernavê "Bê Welle", Nivîsa Îkram Balekanî ya bi ser navê "Divî mirav hedê xwe bizanibe", nivîs û xêzên Mehmet Erbey û Mustafa Yaman yên bi ser navê "Xeto", qerf û xêzên nivîskar Zehra Dogan a bi navê "Xaltîka Necîma", qerf û xêzên Bunyemin Karakoç ên bi sernavê "Dîtin û gotin", nivîsa niviskar Ozgur Amed a "Feqîrê Spînoza", nivîsa nivîskar Mem Aliyê Kamur a bi sernavê "Meheme" derket pêşberî xwînerên xwe. Kavar di berga dawî de jî balê dikişîne ser qeyrana aborî û welatiyên ku çaya wî li ber wî kûr kûr difikire û çotkar.