Şanoya Bajêr a Amedê dest bi serdema nû kir

img
AMED - Şanoya Bajêr a Amedê bi lîstika “Hema Hema Jin Elîzabeth” a Dario Fo îro dest bi serdema xwe ya nû kir. 
 
Şanoya Bajar a Amedê, bi lîstika “Hema Hema Jin Elîzabeth” a nivîskarê îtalyan Darîo Fo îro li sehneya xwe ya nû ya li semta Dîclekentê ya navçeya Peyasê dest bi serdema nû kir. Di dema lîstikê de ji bo şewba Covîd-19'ê tevdîr hatibûn girtin û gelek şanohez ji bo temaşekirinê hatibûn Şanoya Bajêr a Amedê. 
 
KOMEDIYEKE DÎROKÎ Û DRAMEKE POLÎTÎK
 
Di lîstikê de Keybanû Elîzabeth carina hikmê li ser zilaman dike, carina jî dikeve bin bandora çanda zilamê desthilatdar. Şerên polîtîk ku di lîstikê de diqewimin û hêrsa desthilatriyê, îşaret bi roja îroyîn jî dikin. Nivîskar bi peyamên xwe yên polîtîk temaşevanan dikenîne. 
 
Lîstik komediyeke dîrokî û drameke polîtîk e. Lîstika ku Dario Fo wekî lîstikeke eynê bi nav dike, Dîlawer Zeraq wergerandiye kurdî û lîstîkvana Şanoya Bajarê ya Amedê Berfîn Emektarê jî derhenêriya wê kiriye.
 
Piştî ku lîstik qediya Şanogerê Şanoya Bajêr a Amedê Ozcan Ateş derbarê lîstikê û serdema nû de axivî.
 
Ozcan, ewil malavayiya kesên ku keda wan di lîstikê de çêbûye kir û ew dawetî ser dikê kirin. 
 
Ozcan, dû re malavayiya sazî û kesên ku ji bo dika nû alîkariya wan kiriye, kir. Ozcan got: “Bêguman ev eywan bi keda bi sedan mirovan hatiye avakirin. Me dixwest vekirinekê çêbikin û kesên alîkarî dane me, em wan dawet bikin. Lê mixabin ji ber pêvajoya pandemiyê me nikarî bikin.” 
 
Ateş, bang li şanohezan kir ku bernameya lîstikên wan bişopînin û temaşe bikin.