Hunermend Yilmaz: Li dijî êrîşan tekane bersivê 'nedestjêberdan' e

img
STENBOL – Hunermenda NÇM'ê Rûken Yilmaz, anî ziman ku li dijî êrîşên li ser muzîka kurdî divê tekane bersiv "nedestjêberdan" be û got: "Li dijî êrîşan jî tişta divê em bikin, xwedîderketina li çand, ziman û bîra xwe ye." 
 
Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) ku 29 sal in di warê çand û hunerê de dixebite, ligel hemû zext û zoriyan heya niha gelek hunermend gihandine. Yek ji van hunermendan jî Rûken Yilmaz e. Yilmaz, keça malbateke ku di sala 1984'an de ji Dihê ya Sêrtê koçî Stenbolê kiriye. Yilmaz a 30 salî, di 7 saliya xwe de muzîk nas kiriye û gava 13 salî bûye ew û bavê xw ebi hev re diçin NÇM'ê û ji wê rojê heya niha ji bo muzîka kurdî têdikoşe. 
 
Yilmaz got: "Di dema dibistana navîn û lîseyê de komeke me ya rockê hebû. Me stranên tirkî digotin. Lê belê xeyala min ew bû ku rojekê di bin banê NÇM'ê de bi muzîkê re eleqedar bibim. Piştî min lîse kuta kir, min Koma Asiyan nas kir ku muzîka wê rock bû. Lê tenê xeyalek min hebû, bibim muzîkjen. Paşê me biryar da ku em tevli NÇM'ê bibin û me serlêdan kir. Piştî du salan ez ji komê veqetiyam. Ez di sala 2010'an de daxilî nav NÇM'ê bûm. Ji wê rojê heya niha li vê derê kar û barê xwe dikim." 
 
ALBÛMA ZELΠ
 
Yilmaz, anî ziman ku bi navê "Zelî" albûmek jî çêkiriye û di vê albûmê de 3 jê gelêrî 7 stran cih digirin û û di nav van stranan de awaz ji helbestên Melayê Cizîrî û Cegerxwîn re çêkirine. Yilmaz got: "Min şîroveyek din li van stranan kir. Her wiha min di nav albûma Sirûdên Şoreşê yên Cîhanê ya NÇM'ê de jî cih girt. Piştî van albûman û bertekan min ferq kir ku bê muzîka kurdî çi qas zehmet û girîng e. Di warê zimên de kêmasiyên min hebûn. A rast piştî albûmê min ferq kir ku ez bi kurdî jî nizanim. Piştî min hêla wêjeyî ya zimên dît, ez li xwe vegeriyam û min ev mesele hel kir." 
 
BÊHNA DERSIMÊ 
 
Yilmaz, diyar kir ku di demên dawî de jî li ser muzîka akûstîk hûr bûye û got: "Bi kêşanên bi vî rengî, bertekên xweş hatin. Herî dawî min li Dersimê li derve strana "Çi Çem e Çem e" got û li ser platformên dîjîtal parve kir. Piştî parvekirinên, gelek şîroveyên xweş hatin. Gelek guhdarvanan got 'Bêhan Dersimê ji vê derê tê' û 'Bêhan Dersimê tê pozê me'. Sedemek vê jî dîmen ên çiyayên Dersimê bûn û bi dengê min re bûn yek. Ji lewra di dîmenê de tenê ne dengê min, dengê bajêr jî hebû." 
 
Her wiha Yilmaz, bal kişand ser hilberînê di muzîka kurdî de jî û got, her serdemek xwedî dînamîkine cuda ne û muzîk jî bandorê ji vê digire. Yilmaz got: "Ev di tevahiya muzîka cîhanê de jî wisa ye. Ji dêvla nîqaşên 'gelo muzîka kurdî xitimiye', divê pirsgrêka wesfî bê nîqaşkirin." 
 
TEKANE BERSIV 'NEDEVJÊBERDAN' E 
 
Yilmaz, bal kişand ser êrîşên li ser ziman û muzîka kurdî jî û got, du hêlên van êrîşan hene. Yilmaz, destnîşan kir ku ev êrîşên siyasî û çandî di heman demê de li ser hemû qadên hunerê tên kirin û got: "Çend roj berê lîstikeke şanoyê ya bi kurdî hat qedexekirin. Em her tim bi van astengiyan re rû bi rû dimînin. A rast ev êrîş, ji bo hebûna kurd ji holê bê rakirin tên kirin. Ev pir aşkere ye û her kes pê dizane. Îcar li hemberî vê divê çi bê kirin? Em dikarin bidin dû vî karî û li ber van êrîşan rabin. Em dikarin bi hîn bêtir bi kurdî, bi hîn bêtir bi muzîk û hunera kurdî li hemberî van arbin. Em ê tu carî dest ji vana bernedin. Tekane bersiva me divê nedevjêberdan be." 
 
Yilmaz, diyar kir ku piştî platformên dîjîtal li hemû qadên jiyanê cih girtine êdî her tişt global bûye û ev jî her tiştî monoton kiriye. Yilmaz, destnîşan kir ku ev monotonî jî êrîşek e li ser çandê û got: "Li dijî êrîşan jî tişta divê em bikin, xwedîderketina li çand, ziman û bîra xwe ye." 
 
MA / Mehmet Aslan