Weşanxaneya Aramê 8 pirtûkên nû çap kir

img

AMED - Weşanxaneya Aramê 5 jê helbestên (kurdî), 2 romanan (kurdî), yek jî bîranîn (tirkî) bi giştî 8 pirtûkên nû çap kir. 

Weşaxaneya Aramê, ji ber şert û mercên giran ên pêvajoya pandemiyê jî kar û xebatên xwe yên weşangeriyê didomîne. Aramê yek jê tirkî 7 jê kurdî bi giştî 8 pirtûkên nû çap kir û ev pirtûk li pirtûkfiroşan derketin ber destên xwendevanan. 
 
XEYALA VEGERÊ
 
Xeyala Vegerê romana Huseyîn Duman a yekemîn e. Ji 184 rûpelan pêk tê. Di romanê de serpêhatiya Sebrî ku 20 salan di girtîgehê de maye tê vegotin. Roman bi tehliyeya Sebrî dest pê dike û bi bîranînên wî yên 20 salan berdewam dike. 
 
Nivîskarê pirtûkê Huseyin Duman 27 sal e girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa T a Bûrhaniye tê girtin. 
 
AGIR BI BERFÊ KET
 
Agir Bi Berfê Ket roman e û berhema Savaş Amed a yekemîn e. Ji 428 rûpelan pêk tê. Roman serpêhatiya komek şervanên ku di sala 1993'yan de di şert û mercên giran de jiyiyane vedibêje. Xwendevan bi rûpelên romanê re dibe şahidê rêhevaltî, heskirin û berpirsiyariya vê komê. Nivîskar her wiha xwendevanan dide kêleka xwe û wan li zozanên Berbihîv, Xerzan, Xaçareş, Mutkî, Amed, Bedlîs û Zovaserê digerîne û wan dike şahidê lehengiyê. 
 
Nivîskar Savaş Amed di sala 1973'yan de li navçeya Pasûr a Amedê ji dayikbûye. Di sala 1992'yan de tevlî têkoşîna azadiyê dibe û birîndar dibe. Di 2010'an de li Rojava tê girtin û Rejima Sûriyeyê wî radestî Tirkiyeyê dike. Bi muebbetê tê ceza kirin niha li Girtîgeha Bafra'yê tê girtin. 
 
APÊ MÛSA 100 SALÎ YE
 
Bi boneya 100'emîn salvegera jidayikbûna Apê Mûsa, bi bangewaziya rêhevalê wî rojnameger Huseyîn Aykol, di nav wan de; Tarık Ziya Ekincî, Ahmet Tellî, Ahmet Turk, Murathan Mungan, Eren Keskîn, Fîkret Başkaya, Îsmaîl Beşikçî, Ayşe Gokkan, Zubeyir Aydar, Halîl Ergun, Sinemxan Bedirxan, Pervîn Buldan, Mazlum Çîmen, Yilmaz Yakut jî heyî bi dehan nivîskar, rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar, rojnameger, zimanzan û aktîvîstên jin bîranînên xwe yên bi Apê Mûsa re nivîsîn. 
 
Ev bîranîn tev di pirtûka "Apê Mûsa 100 Salî ye" (Apê Mûsa Musa Anter 100 Yaşında) hatin berhevkirin û pirtûk bi edîtoriya Huseyîn Aykol ji hêla Weşanxaneya Aramê ve hate çap kirin. 
 
Pirtûkên helbestan yên hatine çap kirin jî ev in: Raperîna Demsala Min - Abdurrahman Yildirim,  Şûnwarê Bîranînan - Fazil Atan, Welatê Min - Medya Yaklav, Berbang Bû Piçûkê Min - Cîhan Azad Aydemîr, Demnarîn - Zeynep Taşgîr,