Jinên sendîkavan: Em bi têkoşîna rêxistinkirî pêşerojê bi hevre dihon in

img

ENQERE  - Jinên sendîkavan ên bi daxwaz û biryardariyek mezin wê li qadên 8’ê Adarê bin, diyar kirin ku ew bi têkoşîna jinan a birêxistinkirî pêşerojê bi hevre dihon in û gotin: “Li tevahiya cîhanê tevgerên jinan mezin dibin. Em jî di vê çarçoveyê de bang li jinan dikin ku werin em di 8’ê Adarê de têkoşîna xwe mezintir bikin.” 

Jinên ku di qadên gelemperî de, tên vederkirin, rastî pêkanînên mobbîng, helwestên zayendperest û nêzîkatiyên xerab tên, bi heqdestekê kêm tên xebitandin û ewlekariya canê wan tuneyî, ji bo ku di 8’ê Adarê de li qadan cihên xwe bigirin û carek din ji bo keda xwe ya nayê dîtin biqêrîn amadekarî dikin.  
 
Jinên sendîkavan ên di nava salê de bi daxwazên “Em dixwazin bi awayekê wekhev û azad bijîn” û “Karê wekhev, maeşê wekhev” çalakiyên cur bi cur li dar xistin, bi berxwedana karkerên Flormar û Kotonê mora xwe li salê xistin.
 
RAPERÎN BIKE, REHET BE 
 
Jinên girêdayî Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Çamawerî (KESK) yên 8’ê Adara 2019’an bi şîara “Têkoşîn jinan dike, jin jî cîhanê azad dikin” pîroz kirin, li dijî hemû êrîşên li ser jinan ên weke “Îtaet bike, rehet bibe” gotin “Raperîn bike, rehet bibe, têkoşîn bike, rehet bibe û sînorên wan ji bo me jinan xêz kirine tu carî emê qebûl nekin” bersiv dan. 
 
NE EDALETA ZILAN, EDALET RAST 
 
Jinên sendîkavan ên berî hevdîtina Hevpeymana Kar a Giştî (TÎS) ya di meha Tebaxa 2019’an de pêk hat daketin qadan û gotin “Em mafê xwe dixwazin, karê wekhev, maeşê wekhev, em mîna mirovan dixwazin bijîn”, di heman demê de beşdarî dozên darizandinên qatilên jinan bûn û daxwazên xwe yên “Ne edaleta zilam, edaleta rast” anî ziman.  
 
ŞER TUNDIYÊ PÊŞ DIXE
 
Jinên sendîkavan, di sala 2019’an de li dijî operasyona leşkerî ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî gotin “Em baş dizanîn ku polîtîkayên şer desthilatdariya zilam bi hêz dike û tundiyê ji nû de pêş dixe” û carek din israra xwe ya di aştiyê de nû kirin. 
 
Jinên sendîkavan di 8’ê Adara îsal de jî hewl didin bi daxwaz û şîarên xwe li qadan bin û bang li hemû jinan kirin ku di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de daketin qadan û daxwazên xwe bînin ziman. 
 
KESK: EZ JIN IM
 
Daxwazên jinên KESK’î yên ku bi dirûşmeya “Xweza ezim, hilberîn ezim, ked ezim, jiyan ezim û ez jinim” di 8’ê Adarê de, li qadan bin wihane:
 
“*Divê navendên lê mêzekirin û krêşên zarokan ên bi zimanê zikmakî, qelîte û bê pere bên vekirin. 
*Divê destûra zayînê ya bi meaş bê zedekirin, 24 hefte destûr zayînê bê dayîn û destûra şir jî heya salekê, bibe 3 saet. 
 
*Divê 8’ê Adarê bibe roja betlanê ya fermî.
 
*Divê Wezareta Jin û Wekheviyê bê avakirin.”
 
 Sekretera Jinê ya KESK’ê Gulîstan Atasoy, diyar kir ku jinên KESK’î, wê li qadên 8’ê Adarê carek din daxwazên xwe yên azadî û wekheviyê biqîrîn û got: “Ji bo ku hêviyên jinan ên pêşerojê zêdetir bibin û baweriya jinan a guhertina cîhanê mezintir bibe, em di nava hewldanek mezintir dene.”
 
‘HÊVÎ MEZIN DIBE’ 
 
Atasoy, anî ziman ku li tevahiya cîhanê û bi taybetî jî li Tirkiyeyê, mêtîngeriya zayentperest her ku diçe kurtir dibe û wiha axivî: “Jin neçar maye ku dinava pergaleke dijmînê xwezayê û mirovahiyê de bijî. Ji bo dewamkirina pergala mêtingeriyê hewldanek mezin heye. Pergaleke serdest a kapîtalîzmê ya ku dixwaze li ser bedena jinê hebûna xwe ava bike heye. Ji bo vê hîn zêde êrîş dike. Li welatê me, yek ji nûnerên vê yekê ya herî bi serkeftî desthilatdariya AKP’ê ye. Jinên ku îtîrazî vê mêtîngeriya heyî dikin, bi heviya ‘Cîhaneke din pêkane’ pêngavên hîn mezintir davêjin. Êdî li gelek cihan tevgerên raperînê yên jinan tên dîtin. Jin bi gotinên xwe, bi dansên xwe û mîna pratîkên xwe yên li Rojava tevgereke jinê ya mezin dibe heye.” 
 
‘EM KIRDEYA JIYANÊ NE’
 
Atasoy, destnîşan kir ku nîva nifûsa cîhanê ji jinan pêk tê û wiha bilêv kir: “Lê desthilatdariyên faşîst, îro li hemû welatên cîhanê, jinan tune dihesibînin û li dijî nasnameya jinê polîtîkayên dijminantiyê bi rêve dibin. Li gel vê jî em îdîaya xwe ya ‘em kirdeya jiyanê ne’ dewam dikin. Jin, her tim xwedî beden, nasnamey û keda xwe derketine. Em bi têkoşîna jinan a birêxistinkirî pêşerojê bi hevre dihon in. Ji ber vê em dixwazin ku hemû jin li qadên 8’ê Adarê daxwazên xwe bînin ziman.” 
 
'JIYANA ME DIBIN ÊRÎŞÊ DEYE'
 
Sekretera Jinê ya Giştî ya EGÎTIM-SEN’ê ya girêdayî KESK’ê Derya Yûlcû jî, anî ziman ku jin li Tirkiyeyê 8’ê Adarê dibin şert û mercên zor û zehmet de pêşwazî dikin. Yûlcû, diyar kir ku jiyana jinan dibin êrîşek mezin deye û wiha axivî: “Qetilkirinên jinan û întîharên jinan pir cîdî bûne. Em beramberî keda xwe nagirin. Piştî darbeya 15’ê Tîrmehê, bi sedan jin bi hinceta KHK’ê ji kar hatin avêtin. Êdî tu ewlekariya jiyana jinan di her qadê de nemaye. Mînak Ceren Damar jî akademîsyenekê bi ewlekarî di zanîngeha taybet de dixebitî û ji aliyê xwendekarê xwe yê zilam ve hat qetilkirin.” 
 
'TÊKOŞÎNA HEVPAR A JINAN JIYANIYE’ 
 
Yûlcû, diyar kir ku, li her devera cîhanê keda jin û zarokan tune tê hesibandin û wiha bilêv kir: “Li Tirkiyeyê ev rewş hîn xerabtire. Keda jin û zarokan tê xwarin. Di vê mijarê de têkoşîna rêxistinkirî ya jinan pir girînge. Têkoşîna hevpar a jinan, jiyaniye. Ji bo ku em mafên xwe biparêzin û mafên xwe yên nû bi dest bixin, divê em bên gelhev, bawerî bidin hev û bi hevre vê têkoşînê xurtir bikin.” 
 
'BI JINA BIRÊXISTINKIRÎ RE, BER BI CIVAKA AZAD VE’
 
Sekretar Jinê ya Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) Selma Atabey jî, bal kişand ser girîngiya 8’ê Adarê û wiha got: “Em jinên SES’ê, emê di 8’ê Adarê de daxwazên xwe bînin ziman. Em mehkûmê jiyanekê ku weke qeder ji bo me hatiye xêzkirin nînin. Emê têkoşîna xwe ya maf û kesê bi rêxistinkirina SES’ê dewam bikin. Ji bo vê jî em dibêjin bi jina rêxistinkirî re ber bi civaka azad ve.”
 
‘JI BILÎ RÊXISTINBÛYÎNÊ TU ÇAREYEKE ME TUNEYE’
 
Endama Komîsyona Jinê ya DÎSK’ê ya Enqerê Nevîn Kiziloz jî, dest nîşan kir ku di pêvajoyeke wiha de, 8’ê Adarê ji bo wan pir girînge û wiha got: “Jin ji qadên civakî tên qûtkirin. Jin li cihê kar dixebitin, li malê dixebitin û dema bidin emekdar jî dîsa dixebitin. Rêxistinbûyîna jinê pir girînge. Divê jin xwe bi rêxistin bikin û bibin endamên sendîkayan. Lazime ku jinên di malê de keda wan nayê dîtin, xwedî vê keda xwe derkevin. Ji bilî rêxistinkirinê tu çareyeke me ya din tuneye. Ger em bibin yek, emê her tiştî bi ser bixin.”
 
‘WERIN EM BIBIN YEK’
 
Endama Komîsyona Jinê ya DÎSK’ê ya Enqerê Nermîn Yûrttaş jî, da zanîn ku gelek tiştên divê bên sererast kirin hene û wiha got: “Divê jin ne li malê li qadan bin. Werin em bibin yek. Werin em mafê xwe bi hev re bixwazin. Divê em dest bidin destê heve û yekitiya xwe ava bikin. Di 8’ê Adarê de, em li bendêne ku hemû jinan dakevin qadan û daxwazên xwe bînin ziman.”
 
EMEKDAR-SEN: EM BAJARÊN BI HIZÛR DIXWAZIN
 
Sekretera Şaxa EMEKDAR-SEN a Navçeya Çankaya Sema Yazici jî, diyar kir ku ew 27 salan xebitî, lê berî 16 salan bû emekdar û wiha ev tişt gotin: “Di kar de tundirustiya min têk çû. Ji bo ku serkeftîbim, ez hîn zêdetir xebitîm. Di kargehan de, ji bo ku jin xwe îspat bikin, du qatî zilam dixebitin. Ez nû ketim ferqa vê yekê. Divê tu carî jin xwe nexin derûniyek wisan. Em bajarên bi hizûr dixwazin. Ji bo ku jin nekevin nava zoriyê divê wezareta jinê bê avakirin. Çawan ku li Tirkiyeyê jin xwe bi rêxistin dikin, divê jinên emekdar jî wisan xwe bi rêxistin bikin. Ez bang li hemû jinan dikin ku werin em li qadên 8’ê Adarê kom bibin û hevdîtinek xurt pêş bixin.”
 
MA / Zemo Aggoz