Li Idlibê nîşanên şerekî mezin hene

img

IDLIB - Rejîma Sûriyeyê ku bi piştgiriya Rûsyayê operasyonên xwe didomîne, hewl dide ku Rêya Bejahî ya M4'an bike bin kontrola xwe. Pêngavên hêzên herêmî û mezin û şîroveyên mîna "lihevkirî û taktîk" nîşanên şerekî mezin didin. 

Di operasyona Idlibê de Rejîma Sûriyeyê, li dijî Heyet Tehrir El Şam'ê (HTŞ/El Nûsra) bi pêş ve diçe. HTŞ û komên din ku destpêkê diyar kirin ku li dijî Helebê û niha jî li dijî bejahiya Idlibê dest bi operasyonan kirine, tiştên ku dixwazin nikarin bi dest bixin. Li gel piştgiriya Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) jî nikarin pêşî li rejîmê bigirin. Rûsya ku piştigiriya hewayî dide rejîmê, dem deman mevziyên TSK'ê dide. Hin pispor herêmê dinirxînin, dibêjin ku pevçûn lihevkirî tên kirin. Hin pispor jî dibêjin ku qrîzeke mezin li ber derî ye. Hevdîtinên di navbera Tirkiye û Rûsyayê de yên ji bo daxistina tansiyonê jî tu encam nadin. 
 
HEJMARA LEŞKERÎ MIRÎ ZÊDE DIBE
 
Tê gotin ku tiştên li Idlibê tên kirin di çarçoveya Peymana Soçiyê de tên kirin. Diviya ku rêyên bejahiyê yên M4 û M5'an ji rejîmê re bihatina hiştin, kom ji herêman bihatina derxistin û bihatina bêçekkirin. Tirkiye ku vê berpirsyariyê girtibû ser milê xwe, li şûna bêçekkirinê, van koman zêdetir bi çek kir. Ji ber vê sedemê li herêmê windabûnên leşkerî dide. Windabûn gelek zêde ne lê tê angaştkirin ku ji raya giştî tên veşartin. 
 
PEYAMAN E YA LÎSTIK E?
 
Tê gotin ku Tirkiye, ji bo nebe hedefa HTŞ'ê û komên paramîllîter, "şanoyeke şer" dide pêşandan. Tê zanîn ku Tirkiye ji bo komên ku xakê winda dikin, li cih digere, hevdîtinên xwe yên ji bo vê yekê yên bi Rûsyayê re berdewam dike. Tê diyarkirin ku Tirkiye vê polîtîkaya xwe bi hin koman daye qebûlkirin lê komên girêdayî El Qaîdeyê bi Tirkiyeyê re di nav gengeşiyê de ne. Her wiha di vê mijarê de di navbera TSK'ê de jî nîqaş hene. 
 
GELO PEYMANEKE NÛ PÊKAN E?
 
Hedefa pêşerojê yên Rejîma Sûriyeyê ku li ser Rêya Behahiyê M5 û derdora wê operasyonan li dar dixe tê merqakirin. Heke rejîm derkeve derveyî qada M5'an dibe ku rewşa heyî biguhere. Ji ber vê sedemê li herêmê nîşanên şerekî micid di navbera Tirkiye û Rûsyayê de heye. Êrîşên ku bi destûra Rûsyayê li dijî baregehên TSK'ê pêk tên, îhtîmala vî şerî xurttir dikin. Erdogan ku ji ber helwesta Rûsyayê careke din bangî Amerîka û Ewropayê dike, di hevdîtina ku meha adarê de di navbera Tirkiye, Almanya, Fransa û Rûsyayê de pêk were peymaneke nû hedef dike.
 
M4 JI BO HER DU ALIYAN JÎ KRÎTÎK E
 
Li aliyê din hêzên girêdayî Îranê jî ji bo herêmê sewqiyetake leşkerî ya zêde dikin. Tê gotin ku Rejîma Sûriyeyê û Rûsya amadekarî dikin ku ji bo girtina Rêya Bejahî ya M4 ku ji Helebê heta Lazkiyeyê dirêj dibe, operasyonek li dar bixin. Tê ragihandin ku HTŞ û komên din jî ji bo vir amadekariyan dikin û gelek çekên NATO'yê bi destê Tirkiyeyê derbasî herêmê dikin. Tê payîn ku rejîm di vî şerî de zehmetî bikişîne û ev rewş şer dirêj bike.
 
HEKE DERIYÊN IDLIBÊ VEBIN
 
Heke rejîm Rêya Bejahî M4'an bigire, tê payîn ku hemû deriyên Idlibê ji şerê bajarî re vebibin. Dîsa bi girtina vê rêyê û herêma derdora wê re heke rejîm operasyonên xwe berdewam bike, dibe ku tiştên niha tên jiyîn  ji lihevkirinek zêdetir biguhere şerekî navdewletî.