Îdlip dibe ku ji bo Tirkiye bibe destpêka dawiyê

img

QAMIŞLO – Hikûmeta Tirkiye ku der barê Idlibê de soz dan Rûsya û sozên xwe pêk neanîn, bû hedefa êrîşên hêzên Rejîma Sûriye ku Rûsya piştgiriyê dide wan û di rojên zahmet re derbas dibin. Tirkiye ku berê xwe dîsa da NATO dibe ku ji Cerablus û Efrînê jî bê derxistin. 

 
Li Idlibê şerê di navbera hêzên Rejîma Sûriyeyê û Heyet Tehrir El Şam (HTŞ/El Nusra) ku Tirkiye piştgiriyê dide wan her ku diçe gûr dibe. Hêzên Rejîma Sûriye bi piştgiriya Rûsyayê ber bi nava Idlibê ve pêş de diçe. Her ku Rejîm pêş ve diçe, rageşiya di navbera Tirkiye û Rûsya de zêde dibe. Hêzên Rejîmê li hin cihan heta 8 kilometre nêzî navenda Idlibê bûne. Li Idlibê 12 nokteyên çavdêriyê yên Tirkiyeyê hene. Du nokte jê hatine dorpêçkirin. Hêzên rejîmê şevê din ketin Serakîb a li ser Rêya Bejayî ya M5'an e. Komên HTŞ  û komên din ên biçûk xwe avêtin Navenda Idlibê. Sivîlan jî berê xwe dan sînor. Tirkiye bang li Rûsya kir ku êrîşan rawestîne. Li aliyê dîn disa xwe avêt deriyê NATO. Daxuyaniyên Almanya û DYA ku piştgiriyê didin Tirkiyeyê dibe ku bi xwe re hevsengiyên nû yên cuda ava bikin. 
 
JI BER KU TIRKIYEYÊ NEKIR RÛSYA DIKE
 
Di rojên dawî de şer bi taybetî li Başûrê Idlibê pêş ketiye. Piştî Han Şeyhun û Maret El Numan ji destê HTŞ'ê derket û ketin destê rejîmê, Rejîm ket navenda Serakibê. Piştî navenda Serakîp a di navbera rêya M5 a ji Helebê diçe Şamê û di navbera Rêya M4 a ji Helepê diçe Derya Spî de ye ket, qada ku di destê selefiyan de paqij bû, dê bigêje 50 kilometreyan. Di çarçoveya Peymana Soçî ya di sala 2017’an de di navbera Tirkiye û Rûsya de hat îmzekirin, dihat xwestin ku Tirkiye vê herêmê ji komên selefî paqij bikin. Li gorî peymana Soçî diviya bû Tirkiye heta 15-20 kilometreyan, HTŞ'ê û komên din ji vir derxe. Lê heta niha Tirkiye li gorî vê peymanê tev negeriya. Ji ber ku Tirkiye gavên li gorî peymanê neavêt îro Rejîma Sûriye bi piştgiriya Rûsya li dijî van koman operasyonê li dar dixin. 
 
Piştî ku Serakib ji destê komên çekdar ket, Tirkiye hewl dide ku operasyon belav nebe û hêza eskerî dişîne herêmê. Piştî Rusya û Suriye Serakib xelas kirin, operasyonên xwe yên li herêmê berdewam dikin. Her ku diçe operasyon pêş ve diçe û ji bo Tirkiye û HTŞ her diçe dem kêm dibe. Tirkiye li aliyekî hewl dide ku Rûsya dawî li operasyonan bîne, li aliyê din xwe davê deriyê NATO û dixwaze NATO bi hawara herêmê bê. 
 
Hate diyar kirin ku Nûnerê Taybet ê DYA yê Rûsyayê Jemas Jeffrey di vê mijarê de li ser min xalan bi Tirkiye re li ser masê rûniştine û ji bo Tirkiye ji vê tengasiyê derkeve DYA piştgiriyê dide Tirkiyeyê. Tê gotin ku Tirkiye bi piştgiriya DYA hewl dide ku li aliyê Helebê eniyek nû veke. Ji ber vê yekê Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan gefa "Ger ku Rejîm heta dawiya Sibatê xwe venekişîne, Tirkiye dê bi xwe vê yekê bike." 
 
TIRKIYE BERÊ XWE DA NATO
 
Piştî Tirkiye ket tengasiyê û rageşiya di navbera Tirkiye û Rûsya de zêde bû, berê xwe da NATO. Piştî van geşedanan li gorî peymana Socî ya navbera Rûsya û Tirkiye, dewreyên ku li herêma Bakur û Rojhilatên Sûriyeyê davêtin hatin rawestandin. Ger ku rageşiya li Idlibê zêde bibin, tê payin ku ev rageşî li Rojavayê Firatê jî zêde bibin. Tê diyar kirin ku li Cerablus û Efrîn a ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye dagirkirin jî operasyon bê destpêkirin. Ev yek dê rageşiya di navbera Tirkiye û Rûsyayê de zêdetir bike. Ev yek ji bo aloziya li Sûriye ya 9 salan dibe bibe destpêkek nû. 
 
MA / Nazim Daştan