Gelo wê ev car Cinêv karibe ji bo Sûriyeyê formuleke hevsengiyî peyda bike?

NAVENDA NÛÇEYAN –Li Sûriyeyê bi lez û bez qewimîn û geşedan xwe didin der. Di vê çarçoveyê de, qaşo ji bo çareseriyek ji pirsgirêka Sûriyê re bê peydakirin çûnhatina civîn û hewildanan jî didome. Ji bo wê kîjan alî tevlî civîna Cinêvê bibin, li Riyadê civîn tê çêkirin. 

Civînên Cinev ku heta niha gelek caran ji ber nakokiyan û nebûna projeyan bê encam diman, tê meraqkirin gelo piştî têkçûna peytexta DAIŞ’ê wê ev car di Cinêv de ji bo hevsengiya siyasî ya ji bo Sûriyeyê formulek bê dîtin an na? 
 
Hate ragihandin ku ji bo avakirina şandeyeke nû ya ji opozisyona Sûriyeyê û peydakirina formuleke siyasî ya nû ji bo tevlîbûna civîna Cinêv-8’an îro li Suûdî Erebîstan civîna Riyad-2 tê lidarxistin. 
 
Nûnerê Netewî yê li Sûriyê Staffan de Mistura, diyar kir ku civîna Cinêv-8’an dê di 28 ê Mijdarê de pêk bê. Civîna Riyad a ku welatên ereb di pêşengiya DYA, Rûsya û Erebistana Siûdî de pêk anî, nakokiyên OSO, daxwaz û berjewendiyên herêmî û navneteweyî di serî de bû sedem ku OSO bertek nîşan bide. Civîna Riyad-2 vê carê rewşek û hewayek cuda bi xwe re anî. Ji ber ku vê carê civîn bêyî Desteya Bilind a Danûstandinan, di dema guhertinên nepen ku ji aliyê maseya Moskowê, Qahîre û hin aliyên din pêk hat. 
 
Ji aliyekî din ve hate ragihandin ku şandeyên ku wê tevlî civîna Cinêv-8’an bibin dest bi amadekariyan kirine. Li gor lîsteya hatiye aşkere kirin dê ji bo civînê; 22 endamên Koalîsyona Netewî yên li Sûriyyê, 21 endamên Desteya Hevrêziya Netewî, 10 endamên Maseya Qahîre, 7 endamên maseya Moskow, 21 endamên grûpên Leşkerî û 70 endamên serbixwe hatine vexwendin. 
 
Girêdayî mijara lidarxistina civîna Cinêv-8’an û armanca yekrêziya şandeya Opozisyona Sûriyê û nêrîna siyasî, ji aliyê Desteya Bilind a Danûstandinan ve pêvajoya istîfakirinê hate destpêkirin. Hate diyarkirin ku di nav vê desteyê de ji serekê endamên desteyê Salim El Mislit, Suhêr El Etasî, Riyad Nasan Axa, Lîwa Ebdulezîz El Şelal, Muqedem Ebû Bekir, Rayîd Ebû Usama El Colanî, Samir Hebûş û Ebdulhekîm Beşar bû û di nav de jî giringtirîn istîfa ya Serokê Desteya Bilind Riyad Hicab bû. 
 
Tê payîn ku istîfaya Riyad Hicab têkildarî lidarxistina du civînên girîng; Riyad-2 û civîna di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyeyê de ji bo xwendina Dosyeya Sûriyeyê bû. 
 
Di civîna ku wê were lidarxistin de, bi taybetî ji aliyê şandeya Opozisyonê ve vê carê guhertineke mezin heye. Ji ber ku wê ji sedî 30’yê nûnerên jin tevlî civînê bibin, ku ev yek wekî gaveke nû ye ku Opozisyon davêje. 
 
Li gorî çavdêriya hin analîzvanan tê diyarkirin ku hewildana aliyên ku garantiya çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê dikin û hewl didin bigihêjin qonaxeke nû ji bo yekirina şandeya Opozisyona Sûriyeyê pir zehmet e. Ji ber ku gelek Cinêv li pey hev û pê re jî Astana wek wê nikarîbûn rewşeke guncav ji bo afirandina diyalogeke netewî ya ji bo Sûriyeyê bidin der. Lê belê ew tenê diyalog û guhdarkirina nerînên hev bû. Li gorî hate eşkerekirin ku civînên wek Cinêv û Astana, tenê ji bo derengxistina desthiladariya Îranê ya li ser tevahiya xaka Sûriyeyê ku ji Helebê destpê bike heta dawiya Rojhilata Navîn û sînorên Dêra Zorê û bi taybetî jî piştî nêzîkbûna kontrolkirina wê heremê û çola Sûriyê bi giştî bû. 
 
Analîzvan destnîşan dikin ku diyaloga ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê û serkeftina wê, ne girêdayî aliyekî bi tena serê xwe ye. Her aliyên Sûriyê divê tevlî van diyalogan bibin û nabe ku tu alî bê redkirin. 
 
Tê payîn ku zîvirandina li dora çareseriya siyasî û esasgirtina li gor biryara 2254’an ku hemû mase tevlî kombûnan bibin. Tevî ku civîna Riyad-1 binkeftî derbas bû û ev yek vedigere binkeftina aliyên opozisyonê û negihiştina formuleke siyasî jî, lê cardin girêdayî wê biryarê jî hîn hêvî li benda civîna Soçiyê ne.
 
MA / Erdogan Altan