Mehmet Reşît Ocalan: Di 15'ê Sibatê de li qadan dengê xwe bilind bikin

RIHA – Mehmet Reşît Ocalan diyar kir ku bi komploya navdewletî radestkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan armanc qirkirina gelê kurd bûye û ji bo beşdariya li çalakiyên 15'ê Sibatê bang kir.
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi komployeke navneteweyî ji Suriyeyê hat derxistin û piştî 130 rojan di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Piştî ku Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hat kirin, ew xistin Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê ku ji bo wî taybet hatibû amadekirin. Di ser Komploye re 26 sal derbas bûn. Abdullah Ocalan, di hucreyeke yekkesî de bi fikir û paradîgmaya xwe planên hezên hegemon ku komplo pêk anîn, bûn pûç kir û jiyaneke nû û wekhev pêşkeşî gelan kir. 
 
Piştî ku Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hat kirin, li gelek deverên cîhanê bi taybet li bajarên Kurdistanê gel bi dirûşmeya "Hûn nikarin Roja me tarî bikin" daketin qadan. Abdullah Ocalan piştî radestî Tirkiyeyê hat kirin, cezayê darvekirinê hat darizandin, lê bi xwepêşandanan re Tirkiye neçar ma ku cezayê darvekirinê ji holê rake. Ji Abdullah Ocalan ê 26 sal in di şert û mercên giran ên tecrîdê de tê girtin, 35 meh in tu agahî nayê girtin. Ji xizmên Abdullah Ocalan Mehmet Reşît Ocalan (82) ku li gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê dijî, bertek nîşanî komploya navneteweyî da û diyar kir ku ew ji ber xebernegirtina ji Abdullah Ocalan bi fikar in.
 
'KOMPLO BI TECRÎDÊ DIDOME'
 
Mehmet Reşît Ocalan bi lêv kir ku wî di televîzyonê de bihîstiye ku Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hatiye kirin û wiha qal kir: "Ji ber ku Serok bi komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê hat kirin, em gelekî xemgîn bûn. Hêzên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe komployê pêk anîn. Dema Serokatî anîn Tirkiyeyê ez çûm giravê ji bo hevdîtinê. Lê belê bi hincetên cuda destûr nedan ku ez bi Serokatî re hevdîtinê bikim. Armanc ew bû ku Serokatî ji malbata xwe hêzê negire. Bi komployê xwestin kurdan tune bikin. Îro jî bi tecrîdê nahêlin dengê Serokatî bigihêje gel. Armanc ew e ku gel Serokatî ji bîr bike. Ew di şexsê Serok de dengê kurdan qut dikin."
 
'BÎR ANÎNÊN BI ABDULLAH OCALAN RE'
 
Ocalan diyar kir ku di zarokatî û ciwaniyê de ew û Abdullah Ocalan ve bi hev re bûne û wiha got: "Em di zarokatiya xwe de her tim bi hev re bûn. Bi me re zêde li ser mijarên siyasî nediaxivî, lê carekê got divê her kes di şert û mercên wekhev de bijî. Dema min jê pirsî çawa dê rewşa aboriya hemû kesan wek hev be? Serokatî vegeriya ser min, got divê aboriya hemû kesan jî wekhev be. Carekê me kevirek danî û gule berdayê. Serok nikaribû guleyê kevir bixîne û çekê ji dest xwe berda, got ev ne karê min e. Wê deme jî ji çekê hez nedikir. Her tim dixwend. Pirtûk ji destê wî nediketin. Me pir ji hev hez dikir."
 
'EM JI BER REWŞA SEROK BI FIKAR IN'
 
Ocalan bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan û ev tişt gotin: "3 sal in tu agahî ji Serokatî nayê girtin. Em nizanin ew sax e yan na. Destûr nayê dayîn ku bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Em ji ber rewşa Serokatî pir bi fikar in. Cihê vê tecrîdê di tu ol û hiqûqê de nîn e. Ew ne mirovahî ye. Jixwe qanûnên xwe jî pêk naynin. Ji 4 girtiyên li Girava Îmraliyê 35 meh in tu agahî nayê girtin. Dewlet hurmet û rêze li qanûnên xwe nagire. Mafê her girtiyî heye ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Lê belê ev maf li Girava Îmraliyê hatiye rawestandin."
 
'DIVÊ 15'Ê SIBATÊ HER KES LI QADÊ BIN'
 
Ocalan têkildarî çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan hatine destpêkirin jî bi lêv kir ku divê gel xwedî li çalakiyê derkeve û ji bo beşdariya li çalakiyên 15'ê Sibatê wiha bang kir: "Pêwîst e hemû civak piştgiriyê bide çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan hatiye destpêkirin. Her wiha malbatên girtiyan li dijî tecrîdê dest bi Nobeda Edaletê kirin. Greva birçîbûnê ya girtiyan wê heta 15’ê Sibatê bidome. Heke heta 15’ê Sibatê daxwazên girtiyan neyên cih, dê dest bi rojiya mirinê bikin. Ev xetereyeke mezin e. Dibe ku mirin li girtîgehan çêbibin. Ji bo pêşîgirtina li van mirinan divê di zûtirîn demê de muzakere bên kirin. Her kesê ku dibêje 'ez mirov im', divê piştgiriyê bide daxwazên girtiyan. Divê gelê kurd jî tev li çalakiyên 15’ê Sibatê bibe û li dijî tecrîde dengê xwe bilind bike."
 
MA / Mahmut Altintaş