Operasyona Idlibê dorpêça Efrînê ye

img

IDLIB - Di operasyona Idlibê de TSK beyî ku yek guleyî jî biteqîne bajarokên Atme û Darît Îze ji HTŞ'ê dewr girt, dixwaze di rojava re Efrînê jî dorpêç bike û bi ketina Sûriyeyê re ji xwe re korîdorekê veke.

Berî bi mehan li paytexta Kazakistanê li Astanayê di pêşengiya Rûsya, Îran û Tirkiyeyê de di bin navê "4'emîn herêba bê şer" de li dijî Idlibê operasyon hat destpêkirin û di roja 3'yemîn de dewam dike. Di roja yekemîn a operasyonê de Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) ket tevgerê, li bajarokên Atme û Darît Îze ya çoltara Idlibê bi cih bû.
 
BEYÎ KU ŞER BIKIN LÊ BI CIH BÛN
 
Di roja yekemîn de Hêzêt Çekdar ên Tirk (TSK) bi êrîşên topan rê vekirin, balafirên rejîmê bajar da ber bombeyan, TSK jî tev li bû. Beyî ku TSK şer bike li her du bajarokan de hêzên xwe bi cih kirin.
 
DI HTŞ'Ê DE DU BEŞ
 
Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ya El Nusra pêşengiya wê dike, çoltara Idlibê di kontrola xwe de digire, beyî ku li ber xwe bide ji her du bajarokan jî vekişiya. Her çendî çapemeniya Tirkiyeyê vekişîna HTŞ'ê bi hevkirina bi TSK'ê re bide nîşan jî, tê gotin ku hin komên di nav HTŞ'ê de ji operasyona TSK'ê ne razî ne û li hev nakin. Ev kom jî wekî Feylek El Şam, Ceyş-ul Îslam ên ku Erebistana Siûdî û Qatar piştgiriya wan dikin hat nîşandan.
 
KOMÊN MERTALÊ FIRATÊ VEKIŞIYAN
 
Piştî hevdîtina Tirkiyeyê ya li Astanayê hezar 500 kesên di komên Mertalê Firatê de cih digirtin, ji Idlibê vekşand. Korîdora ku bi van koman vekiriye, hêzên TSK'ê di vir re derbasî bajarokên Atme û Darît Îze. Ev herêm rojhilatê Kantona Efrînê digire nava xwe û bi taybetî TSK xwe li vir bi cih dike.
 
ARMANCA WAN EFRÎN E
 
Operasyona Idlibê ya ku Tirkiyeyê daye destpêkirin, weşanên rejîma Baasê dijber tên dîtin, Îran û Rûsya piştgiriyê didinê, tê xwestin bi destê TSK'ê herêm bê paqijkirin. Tirkiye dixwaze Idlibê teslîmê Esad bike û li hemberî vê Efrînê dorpêç bike. Tirkiye her şev li Ezaz û Marê bi topan êrîşê Efrînê dike, dixwaze di xeta Til Rifat, Minix, Dêr Celam, Eyn Deqnê re derbasî Idlibê bibe, dixwaze di aliyê rojavayê Efrînê de jî piştgiriyê bidin wê.
 
DÊ PEYWRI BIQEDE Û JÊ DERÊ!
 
Hat destnîşankirin ku dê Tirkiye heta hilbijartinên 2019'an bi "Şerê terorê" rojeva xwe dagire û li gorî agahiyan di hesabên Rûsya û DYA'yê de Tirkiye cih nagire. Tê gotin ku her du hêzên serdest dixwazin OSO'yê bi Tirkiyeyê bidin tasfiyekirin û şerekî bi HTŞ'ê re, piştî dawiya peywirê "wekî welatê nayê xwestin" dê pêvajoyê temam bikin.
 
MA / Erdogan Altan