'Hûn nikarin roja me tarî bikin'

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di 9'ê Cotmeha sala 1998'an de hêzên navdewletî bi armanca Rojhilata Navîn li gorî xwe ji nûve biguherînin Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komploya navdewletî ji Sûriye derxistin û di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê kirin. Li dijî vê yekê gelê kurd û dostên kurdan bi çalakiyên "Hûn nikarin roja me tarî bikin" bersîv dan komployê û daketin qadan.

 
 Di sedsala 21'emin de hêzên Navdewletî bi armanca axa Rojhilata Navîn û siyaseta wê li gorî xwe biguherînin Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derxistin. Tu dewletan Ocalan li welatê xwe nekirin mêvan û neparastin. Hêzên Navdewletî, di pêşengiya DYA, welatên NATO û Îsraîlê de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan piştî di 9'ê Cotmeha 1998'an de Ocalan ji Sûriye derxistin, di 15'ê Sibata 1999'an de Ocalan radestî Tirkiyeyê kirin. Ji ber hêzên navdewletî zext li Sûriyeyê kirin, Ocalan neçar ma ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de hat Balafirgeha Şamê û ji wir berê xwe da Yewmenîstanê. Parlamenterê Yûnan Kostas Baduvas soz dabû Ocalan ku li balafirgeha Hellinikonê wî pêşwazî bike. Lê li şûna wî Xebatkarê NATO yê ji serwîsa veşartî ya Yewmenîstanê berpirsiyar Ji EYP'ê Savvas Kalenteridis û rayedarê îstîxbaratê Yannis Stavrakakis Ocalan hatin pêşiya Ocalan. Ocalan li ser vê rewşê got "Di şexsê Kostas Simitis, Baduvas, Stavrakakis û Kalenteridis de ji aliyê DYA û NATO ve hatim kontrolkirin. Ocalan bêyî ku li Yewmenîstan bibe mêvan xwestin ji Yewmenîstanê derkeve. Li ser vê yekê Nûnerê PKK'ê yê Rûsyayê Numan Uçar (Mahir Welat), Ocalan dawetî Rûsyayê kir. Ocalan bi balafira taybet ku ji aliyê Kalenteridis û Wezîrê Karên Derve yê Yewmenîstan şandin Moskovayê.  Piştî vê hewldanê gelê Kurd û dostên Kurdan dest bi çalakiyan kirin. Gelê kurd Ocalan kêlî bi kêlî şopandin û li dijî vê komployê dest bi çalakiyên cûr be cûr kirin. Li aliyekî meşên girseyî li dar xistin, li aliyê din dest bi çalakiyên greva birçîbûnê kirin. 
 
Li girtîgehan Girtiyê Girtîgeha Tîpa E ya  Mereşê M. Halit Oral, li dijî kompoyê di şeva 9'ê cotmehê de bedena xwe da ber agir û komplo bi xweşewitandinê şermezar kir. Piştî Oral girtiyên din dest bi çalakiyan kirin. Di 18'ê cotmehê de li Girtîgeha Bartinê Murat Kaya, di 19'ê Cotmehê de li Girtîgeha Amasya Mehmet Gul, di 20'ê Cotmehê de li Girtîgeha Bartinê Alî Aydin, li Girtîgeha Tîpa E ya Çanakkale Meral Kaşoturacak, di 22'ê Cotmehê de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê Fettah Karataş, li Girtîgeha Midyadê Aynur Artan û Selamet Menteş û li Girtîgeha Tîpa E ya Semsûrê Bulent Bayram li dijî komployê bedena xwe dan ber agir û çalakî li dar xistin. 
 
Piştî Ocalan çû Yewmenîstanê û Yewmenîstan ew qebûl nekir berê xwe da Paytextê Rûsya Moskovayê. Li vir Numan Uçar, endamê ewlehiya Rûsya û cîgirê Serokê Meclîsa Duma yê berê Vladimir Jirinovskî Ocalan pêşwazî kirin. Ocalan xwest serlêdana wî ya siyasî bê qebûlkirin û li Rûsya bê parastin. Lê Rûsya ev yek qebûl nekir. Tirkiye ket nava tevgerê û li dijî Tirkiyeyê derket. Cîgirê Musteşarê Wezareta Karên Derve yê Tirkiyeyê Mehmet Alî Îrtemçelik, Serokwezîr Mesut Yilmaz ji bo Ocalan radestî Tirkiyeyê bikin bi Rûsya re ketin nava bazara aboriyê û ev daxwazên xwe ji Serokê Rusya Yevgenî Primakov re gotin. Rojnameya Kommersant, ev daxwaza Tirkiye kir manşet û sernavê "Li beramberî Apo bazara petrolê." Piştî vê yekê biryar dan ku Petrola Kazakistanê bidin Rûsyayê û ya Azerbeycanê jî bidin Tirkiyeyê. Rûsya destûr dan ku xeta boriya Baku-Ceyhan û serlêdana Ocalan a siyasî qebûl nekin. 
 
Li gel vê yekê Meclîsa Duma di 4'ê mijdara 1998’an de bi 298 dengan daxwaza Ocalan a siyasî qebûl kir xwest Ocalan li Rûsya bibe mêvan. Li dijî vê biryarê Berdevkê Wezîrê Karên Derve yê DYA James Rubin biryara meclîsa Duma rexne kir û gef li wan xwar. Piştî vê gefê Serokê Rusya Yevgeni Primakov, biryar da ku Ocalan Rûsya terk bike. Li ser vê yekê Ocalan, dîsa bi hevkariya Wekîlê Partiya Komînîstan a Ji Nûve Avakirinê ya Îtalya (PRC) Ramon Mantovanî di 12'ê Mijdara 1998'an de berê Ocalan da Îtalyayê. Ocalan li ser vê yekê berê xwe da Romayê. Piştî vê yekê Ocalan li Roma xwistin dorpêçê. Ocalan li vir jî xwesd daxwaza wî ya parastina siyasî bê qebûlkirin. Hikûmeta Îtalya ev daxwaz qebûl kir. Piştî vê yekê li dijî welatê Îtalya zextên aborî û siyasî zêde bûn. Serokê DYA Clinton, di 24'ê Mijdara 1998’an de bi telefonê li Serokê Îtalyayê Massimo D’Alema geriya û gef xwarin. Li ser vê yekê D'Alema xwest Ocalan bi daxwaza xwe ji Îtalya derkeve. Öcalan, jî xwest temînatekê bide. Li ser vê yekê Îtalya ji bo Ocalan ket nava lêgerînê. Hikûmeta Îtalya  xwest Ocalan biçe Finlandiya. Lê vê carê Almanya destûr neda û bû asteng. Avusturya  jî daxwaza Ocalan red kir. 
 
PÊ PÊŞ DUMA BEDENA XWE ŞEWITANDIN
 
Di 17'ê mijdarê de Ahmet Yildirim û Remzî Akkuş li pêş Duma bi gotina “Em li dora Ocalan bibin xeleka agir û Hûn nikarin roja me tarî bikin" bedena xwe şewitandin. Ocalan mudaxaleyî çalakiyan kir û xwest êdî kes xwe neşewitînin. Ocalan di 19'ê mijdarê de dema li Roma bû daxuyanî da xwest çalakiyên ku têkoşînê têxin zorê nekin û xwest dawî li çalakiyên bi vî rengî bînin. Ocalan piştî 66 rojan li Îtalya ma dîsa berê xwe da Rûsyayê. Di 16'ê Çileya 1999’an de bi balafira ku ji aliyê serokwezîr ve hatibû amadekirin şandin Rusya. Dema Îtalya Ocalan şandin Rûsyayê, soza krediya 8 milyar dolar vekin dabû Rûsyayê. Roja duyemin endamên ewlehiyê yên Rûs çûn mala Ocalan lê dimîne û gotin Serokwezîr Primakov destûr nade hûn li vir bimînin û xwest di nava 3 rojan de Rûsya terk bikin. Di 18'ê Çile de jî Sefîrê Rusya yê Tirkiye Aleksandr Lebedev, soz da Tirkiye ku Ocalan bê girtin dê radestî Tirkiyeyê bikin. 
 
Li ser vê yekê Ocalan di 20'ê Çile de revandin Paytextê Kirgızistan Bîşkekê. Ocalan 8 rojan li gundekî ma û têkiliya wî bi cîhanê re qut bû. Piştî 8 rojan dîsa Ocalan anîn Moskova. Rayedarên Rûs diyar kirin ku dê Ocalan bişînin Şamê. Wê demê Rejîma Sûriye û Tirkiye li ser Ocalan li hev kirin. Şamê soz da Tirkiye ku dema hat Şamê dê radestî Tirkiyeyê bike. Lê Ocalan daxwaza wî bişînin Şamê qebûl nekir. Ocalan bi rêya Amiral Andonis Naksakis dîsa di 29'ê Çile de ji Rûsya şandin Atînayê. Naksakîs bi Wezîrê Karên Derve Teodoros Pangalos re hevdîtin kir û xwest Ocalan li Yewmenîstanê bimîne. Pangalos bi rêya Naksakis xwest bi Ocalan re hevditin bike û Ocalan hevdîtin qebûl kir. li Şûna kesê bi Naksakis Pangalos re biçe hevdîtina Ocalan Stavrakakis û Kalenteridis çûn. Stavrakakis, got 'Heta serê sibê saet 4'an dema te heye. An em ê bi zorê derxin. 
 
Di 31'ê Çile de hemû rê li balafira ku hikûmeta Yewmenîstanê ji bo Ocalan amade kiribû hatin girtin. Dema balafir çû Minskê. Serokê Rusya Primakov, diyar kir ku hemû rêyên Ewropa li Ocalan hatine girtin. Piştre derket holê ku li dijî Ocalan îstîxbarata NATO li ser vê biryarê li Swêdê civînek veşarî girtibûn û biryar dabûn. 
 
Wê demê xwestin li Minskê Ocalan ji balafirê daxin. Lê Ocalan ev yek qebûl nekir. Di heman şevê saet di 04.00'an de dîsa Ocalan birin Atînayê. Ji wir berê Ocalan dan Girava Korfuyê. Endamê Îstîxbaratê Kalenteridis, got me çareserî dît em ê de bibin welatê Efrîqayê. Ocalan ji vir saet di 20.30’ê şevê de berê xwe da Efrîqayê. Ocalan saet di 05.30’ê şeva 02'ê Sibatê de çû Baytextê Kenya Nairobiyê. Sefîrê Kenya George Kostoulas Ocalan li vir pêşwazi kir. Di 3'ê Sibata 1999'an de Sekreterê Daîmi yê Wezareta Karên Derve yê Kenyayê Kathourima û Sefîrê Yunan George Kostoulas hevdîtinek veşarî kirin. Di vê navberê de li Enqereyê Şefê îstîxbarata îsraîlê David Ivry li Wezareta Karên Derve ya Tirkiye bi MİT û Serfermandariya Giştî re hevditin kirin. 
 
 
Di 4'ê Sibata 1999'an de li Wezareta Karên Derve ya Kenya Kathourima û Sefîr Kostoulas hevdîtin kirin. Di heman rojê de endamên CIA li Tirkiyeyê bi mustexarê MİT'(ê Şenkal Atasagun re hatin cem hev. Serokwezîr Bulent Ecevit di 4'ê Sibatê de got "Agahî hat ku Ocalan li Afrikayê ye. Balafira Tirkiyeyê di 10'ê sibatê de ji Stenbolê çû Balafirgeha Entebbe ya Ugandayê. Balafira tîpa Falcon 900B a bi  TC-CAG hatiye tescîlkirin û hilberîna Fransayê bû, aydî karsaz Cavit Çaglar bû. Di nava heyeta operasyonê de 9 kes hebûn. Heyeta Operasyonê çûn Otela Lake Victoria ya Antebbe bi cih bûn. 
 
 
Di saetên serê sibê yê 15'ê Sibata 1999'an de Şefê Protokola Wezareta Derve ya Kenyayê Kostoulas birin cem Sekreterê Daîmi yê Wezareta Karên Derve Kathourima. Piştî civîna li vir Kostoulas, diyar kir ku wexta ji bo Ocalan hatibû veqetandin heta 15'ê sibatê bû. Piştre Şefê îstîxbarata Kenya bi Ocalan re hevdîtin kir û got "Balair amade ye. Divê hûn demek berî demekê derkevin û gef li Ocalan xwar. Piştî Kostoulas û Kalenteridis li ser navê Yewmenîstanê garandî tan Ocalan, biryar dan ku Ocalan derkeve. Ocalan diyar kirin ku piştî vê yekê îlaca hişbir dan wî û ew ji ser hişê wî birin. 
 
Sefîr Kostoulas li baxçeyê mala xwe li pêş çavê Kostoulas û Kalenteridis îtîraz kir. Lê tevî hemû îtîrazan Polîsên Kenyayê bi Zorê Ocalan li maşînê kirin û birin balafirgehê û radestî îstîxbarata Tirkiyeyê kirin. Serê sibeha 15'ê Sibatê Ocalan li balafirgeha Tirkiye ku al û nûmara Malezya zeliqandin kirin û bi vê balafirê anîn Tirkiyeyê. Wê demê Serokwezîrê demê Bulent Ecevit, di 16'ê Sibatê de bi raya giştî re parve kir û diyar kir ku Ocalan anîne Tirkiyeyê. 
 
Çawa Ocalan anîn Tirkiyeyê birin girtîgeha Îmraliyê. Li dijî komploya li heberî Ocalan di navde Zehra Çelik a 11 salî, Hatice Falay a 60 salî, Endama MLSPB'ê Serpil Polat jî di  navde 63 mirovan li dijî komployê çalakî li dar xistin û dawî li jiyana xwe anîn.  Xebatkarên Ozgur Halkê Nesrin Teke, Esen Aslan, Xwendekarê zaninguehê Mahmut Yener, Endama Meclisa YJA Star'ê Viyan Soran (Leyla Wali Hüseyin), Firat İzgin, Muslum Dogan Mehmet Ayik, Mustafa Malçok, Evrim Demir ve Umit Acar jî piştî 15'ê sibatê di salvegerên 15'ê sibatê de bedena xwe dan ber agir. 
 
Sibê: Berdewama komployê Tecrîda li Îmraliyê
 
MA / Omer Çelik