Darizandina têkildarî Yasîn Boru çima ji bo yên din nehat kirin?

img

NAVENDA NÛÇEYAN – Parêzer Ercan Yilmaz ê Rêveberê Şaxa ÎHD’a Amedê diyar kir ku têkildarî lêpirsîna 54 kesên di xwepêşandanên Kobanê de jiyana xwe ji dest dane li şûna failên rastî li ser gumanbarên heyî tê birêvebirin û pirsa AKP têkildarî dosyeya Yasîn Boru tim tîne ziman çima behsa mirinên din nake kir. 

 
Xwepêşandanên xwedî derketina Kobanê yên 6, 7 û 8’ê Cotmeha 2014’an 6 sal li pey xwe hişt. Heta niha kiryar û berpirsên welatiyên di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dan nehatine girtin û darizandin. Derbarê gelek welatiyan de lêpirsîn jî nehat destpêkirin. 
 
Parêzer Ercan Yilmaz ê Endamê Rêveberiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê ku lêpirsîna têkildarî kuştina Baver Şeyhanogûllari (18) û Suleyman Kale (19) ên di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dan hatibûn destpêkirin dişopîne, lêpirsînan nirxand. 
 
Yilmaz anî ziman ku li gel 6 sal bi ser bûyeran re derbas bûye jî derbarê kesên jiyana xwe ji dest dane hindik darizandin pêk hatine û ji Amedê têkildarî mirina Yasîn Boru, Ahmet Dakak, Riyat Guneş û Hasan Gokguz vebûne û doza wan veguhestine Enqereyê. 
 
Yilmaz diyar kir ku hin bersûc hatine cezakirin hin ji wan jî hatine cezakirin û got: “Darizandinek birêkûpêk nehat kirin. Çimkî ji yên ji wê dosyeyê tên darizandin yek roja bûyerê li eskeriyê bûye û yek din jî di hepsê de bûye. Ewraqên fermî yên derbarê wan de ketin dosyeyê û wan kesan berat kir.” 
 
‘DOZGER SERÊ XWE NEÊŞAND’ 
 
Yilmaz anî ziman ew dosyeyên derbarê Baver Şeyhanogûllari û Suleyman Kale de ji nêz ve dişopînin û got: “Dozger têkildarî kiryarên kuştina van kesan de neket nava hewldanek têr û ku malbatan qanih bike. Dozger serê xwe li ser lêpirsîna van kesan neêşandiye.” 
 
‘FAILÊN RASTÎ NAYÊN LÊKOLÎNKIRIN’ 
 
Yilmaz da zanîn ku bûyerên wisa ku di nava civakê de rê li ber înfîalê vekirine cihê mixabiniyê ku failên rastî nayên dîtin û dixwazin li ser gumanbarên hatine bi destxistin lêpirsînê birêve bibin. Yilmaz got ev nêzîkatî jî rê li ber darizandinek adilane vedike û ji bo vê yekê jî bûyera kuştina du polîsan a li navçeya Serêkaniya Rihayê ku bû sedema bi dawî anîna pêvajoya çareseriyê mînak nîşan da. Yilmaz destnîşan kir ku li ser zar û ziman û di rojeva îqtîdara AKP’ê de tenê kuştina Yasîn Boru heye û lê bi dehan însanên din ên di bûyeran de jiyana xwe ji dest dan ne di rojeva rayedaran de û derbarê kuştina wan de tû darizandin nehatiye kirin. Yilmaz got yên derbarê Boru de her roj gotinan dibêjin lê çima derbarê însanên din de tiştek nabêjin. Yilmaz got ew dixwazin derbarê kuştina welatiyên din de jî bi heman hestiyariyê divê nêzî lêpirsînên kesên din jî bibin. 
 
LI SÊRTÊ 6 KES HATIN KUŞTIN 
 
Yek ji navenda xwepêşandanan jî bajarê Sêrtê bû. Di xwepêşandanên sê çar rojan ên li Sêrtê de Davût Nas (19), Kamil Taş (28), li navçeya Misircê Mêhdî Erdogan (35), Mehmet Zakîr Çal (39), bav û kurê xwe Necmettîn Çelîk (45) û Yûsûf Çelîk (17) bi giştî 6 kesan jiyana xwe ji dest da. Ji 150 kesî bêtir jî welatî birîndar bûn. 
 
‘FAIL NEHATINE CEZAKIRIN’ 
 
Serokê Şaxa Egîtîm Senê yê Sêrtê û Berdevkê Platforma Demokrasiyê ya Sêrtê yê wê demê Serdar Batûr jî qala xwepêşandanên Sêrtê kir û destnîşan kir ku polîsan li Sêrtê bê ser û ber êrişî xelkê kirin û tevî hemû hewldanên wan jî êriş nesekinîn û di encama êrişan de 6 însan jiyana xwe ji dest dan. Batûr got tevî ku 6 sal bi ser bûyeran re derbas bû jî heta îro failên 6 însanan nehatine dîtin û cezakirin. 
 
AKSÛ: DEWLET NAXWAZE RONÎ BIBE 
 
Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Sêrtê yê wê demê rojnamevan Zana Aksû jî diyar kir ku wan wek ÎHD’ê binpêkirinên mafan hemû yên li Sêrtê qewimîn kirine rapor. Aksû destnîşan kir ku di xwepêşandanên li Misircê de xizm û parêzvanên Serokê Şaredariya Misircê Nevzat Karatay ê AKP’yî bi sîlehan êrişî xelkê kirin û di encama gulebarankirina wan de sê kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn. Aksû got dozgeriya wê demê gotiye ku wê bûyerê ronî bike lê nehat ronîkirin û pişt re jî dozê bi hêceta “ewlehiyê” veguhezandin Enqereyê û ser dosyeyê girtin. Aksû anî ziman ku li gel 6 sal bi ser bûyeran re derbas bû polîtîkaya “bêcezakirinê” didome û got: “Dewlet naxwaze bûyer werin ronîkirin. Loma lêpirsînên bi bandor birêve nehat birin û ser hin dosyeyan hat girtin. Sedemê vê nexwestina dewletê jî îro eşkere dibe. Ji bo van çalakiyan li dijî HDP’ê û rêxistinên civakî yên sivîl bikar bîne îro xistiye dewrê.” 
 
Sibê: Li ser agahiya Efkan Ala distîne sûîkasta ‘oxx’ kişandinê 
 
MA / Aydin Atay - Metîn Yoksû