Bazara heywanan vebe jî firotin tuneye

img

AGIRÎ - Kesên heywanan difiroşin ên hatin Bazara Heywanan a Patnosê ku ji 14’ê Adarê ve ji ber şewba vîrûsa koronayê girtiye, diyar kirin ku ew bûne qûrbana polîtîkayên şaş ên sewalkariyê yên desthilatdariyê.

 
Ji 14 û 20’ê Adarê ve ji ber vîrûsa korona (Kovîd-19) Bazara Heywanan a Agiriyê û navçeyên wê girtîne. Di nava heftiyê de rojên Duşem û Pêncşemê bazar tên vekirin û di van rojan de jî kes guh nade navbera fîzîkî. Liv û tevgera li bazarê jî êdî ne wekÎ berê zêde ye. Kesên heywanan difiroşin ên hatin Bazara Heywanan a Patnosê, ji ber bihayê giran bi gazincin. Kesên heywanan difiroşin, diyar kirin ku ji bo ku heywanan ji bajarên cuda bînin pirsgirêkên guhar dijîn û ji bo vê li benda çareseriyê ne.
 
DESTHILATDARÎ TENÊ XWE DIFIKIRE
 
Harûn Bûlûş ê 20 salin bi karê firotina heywana re mijûl dibe, anî ziman ku ji ber şewba vîrûsa koronayê ev 2 mehin bazara heywanan girtiye û wiha axivî: “Ji ber vê di bazarê de bihayek diyar tuneye. Li tevahiya Tirkiyeyê polîtîkayek rast derbarê sewalkariyê de nayê bi rêve birin. Ji ber vê yekê gundî û kesên heywanan difiroşin kar nakin berevajî zirar dikin. Em heywanekê bi 10 hezar TL dikirin. Ji ber ku heywanan ji welatekê din tînin, em neçar dimînin ku heywanên xwe bi 8 hezar TL bifiroşin. Ne pergalek rast heye û ne jî bazarek aboriyê ya rast heye. Desthilatdarî tenê xwe difikire. Ji ber vê aborî bi tu awayî sererast nabe.”
 
FIROTIN NE WEKE BERÊ YE
 
Mehmet Şîrîn Kiliç ê karê sewalkariyê dike jî, dest nîşan kir ku ji ber şewbê kirîn û firotin pir kêm bûye û wiha got: “Ger wisan biçe dê karê me biqede. Piştî 2 mehan bazara heywanan vebû. Lê ligel vê jî kirîn pir kêm bû.” Îsmet Yucel jî, da zanîn ku pereyê mirovan nîne ku heywan bikirin û wiha bilêv kir: “Di serê sibê de min heywanên xwe anîn bazarê. Çend saet derbas bûn hîna kesekê bazar nekiriye. Rewş wisan xuya dike ku ezê heywanên xwe paşve bibim malê. Bi mirovan re pere nemaye. Di heman demê de deynê gundiyan heye. Ji ber vê mirov di firotina heywanan de zirar jî bikin, dîsa heywanên xwe difiroşin.”
 
GUHAR DIXWAZIN LÊ GUHAR NADIN WAN
 
Bûlûş, anî ziman ku yek ji pirsgirêkên herî zêde dijîn pirsgirêka guharane û wiha got: “Patnos navçeya Agiriyêye. Ligel vê jî em nikarin sewalên xwe bê guhar bibin bajêr. Miduriyeta çandiniyê ji bo kar û barê sewqkirina heywanan tenê 17 roj dem dide me. Heywanên ku ez dikirim, ez nikarim 17 rojan li wan mêze bikim. Niha pêşiya hemû tiştî girtine. Hem ji me re dibêjin guharan bi guhê heywanan ve bikin û hem jî guhar nadin ku em bi guhê heywanên xwe ve bikin. Vê jî dikin bihane û ceza li me dibirin.”