'Dibêjin di mal de bimînin, lê ji bo me tiştekî nakin'

img
MÊRSÎN - Esnafên Mêrsînê, ji bo pakêta "Mertala Îstikarê ya Aborî" ku Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan aşkere kiribû diyar kirin ku pakêt ji bi şîrketên mezin e û gotin: "Dibêjin di mal de bimînin, lê hikûmet ji bo me tiştekî nake." 
 
Enasên Bazara Mast a navçeya Akdenîz a Mêrsînê, bal kişandin ser "Mertala Îstikrarê ya Aborî" ku Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan aşkere kiribû û gotin, ev pakêt ne ji bo karkeran ne jî ji bo esnafên biçûk e. 
 
'JI BO ESNAFAN TIŞTEK TUNE' 
 
Esnaf Armagan Apaydin, anî ziman ku hem krîza aborî hem jî vîrûsa coronayê pişta wan şikandiye. Apaydin, destnîşan kir ku piştî şewba vîrûsa coronayê êdî kes nayê bazarê û got, bê serfetih dikanên xwe digirin. Apaydin, got: "An li welat vîrûsa coronayê tuneye, an jî tevdîr tunene. Dewletên din li dijî coronayê tevdîrên mezin digirin, lê serokomarê me pakêta herî qel kîjan e ew aşkere kiriye. Xwedê jê razî be. Amerîka pakêteke 850 milyar dolar, Almanya pakêteke 450 dolar aşkere kir, lê serokomarê me pakêteke 14.4 milyar dolar aşkere kiriye. Di vê pakêtê de ji bo esnafên wekî me tiştek tuneye. Hikûmet dibêje di mal de bimînin, lê ji bo me tiştekî nake." 
 
‘NE JI BO ME YE' 
 
Esnaf Bayram Çelîk jî, anî ziman ku pakêta ku Erdogan aşkere kiriye ne ji bo wan e. Çelîk, got: "Ez çûm bankeyê, min pirsî ka deyn û kredî hatine taloqkirin an an. Ji min re gotin 'na'. Ez jî rabûm min dikan vekir. Bira serkomarê me sax be, ji bo me tiştek nekir. Em jî dikana xw evedikin. Ancax em 2-3 perçeyan difiroşin. Em wî jî dixwin. Bira alîkariya me bikin ku em jî li malê bimînin. Heta em li derve bin wê vîrûs neqede. Gava diçim malê ditirsim bigihê zarokên min jî. Çimkî ez ji malbata xwe re dibêjim di mal de bimînin, lê ez li derve me. Ez ji mecbûrî li derve me." 
 
Esnaf Cem Turkilerî jî anî ziman ku esnaf hemû ji ber vîrûsê tu karî nakin û got, îqtidar li dijî vîrûsê baş tevdîran nagire. Turkîlerî, diyar kir ku ji bo nan bibin mala xwe li derve ne û got: "Ji bo alîgiran pakêtek aşkere kirin. Lê ji bo esnafên biçûk alîkariyek jî tuneye." 
 
MA / Ergîn Çaglar