DEDAŞ'ê dest danî ser desteka cotkaran

img
MÊRDÎN - DEDAŞ'ê bi hinceta "deyn" dest danî ser desteka cotkaran a ji bo mazot, gubre û tovan. Cotkar Mazlûm Esen, derpêş kir ku DEDAŞ'ê dest daniye ser destekin cotkarên deyndar û nedeyndar tev de. 
 
Li Mêrdînê DEDAŞ'ê bi hinceta "deyn" dest danî ser desteka cotkaran ku Wezareta Çandinî û Daristanan ji bo mazot, gubre û tovan dabû cotkaran. Rayedarên bankeyê telefonî cotkaran kirine û ji wan re gotine desteka wan hatiye, lê belê DEDAŞ'ê dest daniye ser. Cotkaran, diyar kir ku bi hinceta "deyn" desteka wan hatiye desteserkirin û gotin, DEDAŞ'ê dest daniye ser desteka cotkarênd eyndar û nedeyndar tev de. 
 
Cotkar Mazlûm Esen, anî ziman ku ji rayedarên bankeyê re gotiye deynê wî tuneye, lê belê rayedarên bankeyê jê re gotine navê wî jî di lîsteya ku DEDAŞ'ê ji wan re şandiye de heye. Esen, diyar kir ku ji 3 parên desteka wî 2 par jê hatiye desteserkirin û got: "Aboneya min tuneye. Ji xwe erdê min ji ber bendavê wekî erdê avî dixuyê. Lê dîsa jî rabûye ji 3 parên desteka min dest daniye ser 2 paran. DEDAŞ, dixwe gel top bavêje. Deynê min tuneye, lê rabûye dest daniye ser desteka min. Li ser kaxezeke spî nivîsandine 'deynê te heye'. Ez ji wan re dibêjim, 'erdê min ji ber bendavê wekî yê avî dixuyê.' Lê dibêjin erdê te nêzî bîra cotkarekî din e loma deyn ji te re nivîsandine." 
 
‘MA EM Ê ÇAWA JI MALÊ DERNEKEVIN' 
 
Esen, bibîr xist ku cotkarên herêmê hemûyan giliyê DEDAŞ'ê kiribû û got: "Lê dîsa jî rabûye dest daniye ser destekan. Li gor dilê xwe fatûreyan çêdikin. Em ê garis û pembû daneynin. Çimkî gava em garis û pembû deynin û av tunebe em ê nikaribin ji binî rabin. Ji ber vê vîrûsa coronayê dewlet hemû destekê dide gelê xwe, lê li cem me berovajî ye. Ji me re dibêjin 'ji mal dernekevin'. Ma bi vî hawî be em ê çawa dernekevin. Heger em ji mal dernekevin em ê çawa serî bi DEDAŞ'ê re der bixin û erdê xwe biçînin. DEDAŞ keysperetiyêê dike. Dît her kes di mal de ye, dixwaze hem cotkaran hem jî dewletê bixapîne. Heger em çandiniyê nekin wê xela çêbibe. Gava xela çêbibe DEDAŞ desteka me bide jî wê bi kêr neyê." 
 
MA / Ahmet Kanbal