Mulaqata qeyûm: Navê leşkerên li Efrînê hatin kuştin çi ne?

img

WAN – Qeyûmê tayînî Şaredariya Wanê hatiye kirin, ji bo 217 karkerên ku ji statûya taşeron derbasî kadroyê bibin bi biryara dadgehê sê caran ketin mulaqatê û bi hênceta “serneketine” hilnedan kar. Di mulaqatê de têkildarî eskerên li Efrînê hatine kuştin û nimêjê pirs ji karkeran kirin. 

Li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye, ji 217 karkerên ji statûya taşeronê derbasî kadroyê dibûn û sê caran ketin mulaqatê ji wan re got “hûn ne serketî ne” û hilneda kar. Di mulaqata ewil de ji karkeran pirsa “navê eskerên di operasyona Efrînê de hatine kuştin çi ne” û tekildarî nimêjê pirs ji wan kirine. Di mulaqata duyem de hemû karker neserketî hatin dîtin. Karkeran mijarê carek din bir dadgehê û di mulaqata 7’ê adarê de dîsa bi ser neketin. 
 
‘HELBET WÊ QEYÛM BIÇE, LÊ EM LI VIR IN’ 
 
Karkerek nexwest navê xwe bide di ezmûnê de da zanîn ku pirsek têkildarî karê wî jê nehatiye kirin û kesên di komisyona ezmûnê de bûn henekê xwe bi karkeran kirine. Karkerê nexwest navê xwe bide diyar kir ku navê eskerên di operasyona Efrînê de hatine kuştin ji wan kirine û got: “Em sê caran ketin ezmûnê û kesek derbas nebû. Ev yek wê çawa were ravekirin? Yanî ji 217 karkeran kesek jî bersivê nizanibû? Rêveberiya qeyûm li me karkeran zilmê dike. Em ê qet li hember vê serê xwe netewînin û heta em mafê xwe bi dest bixin em ê têbikoşin. Wê zîhniyeta qeyûm biçe û em ê li vir bimînin. Zû an jî dereng wê ev neheqî biqede.” 
 
‘NIYETA RÊVEBERIYA ŞAREDARIYÊ XERAB E’ 
 
Parêzerê karkeran Emrah Borazan jî da zanîn ku ev rewş nayê qebûlkirin û got Walîtiyê jî pirsên ji karkeran hatine kirin ango pêkanîna ezmûnê wek rêbazek guncav dîtiye. Borazan anî ziman ku rojek piştî hilbijartina xwecihî ya 31’ê adarê ku şaredarî bi îradeya gel hat qezenckirin, karkeran bi hênceta “ne serketî ne” hatine ragihandin û wan hilnedana kadroya şaredariyê. Borazan diyar kir ku ev pirs û ezmûnên tên kirin li dijî herîkîna jiyanê ye û mafê karkeran hatiye desteserkirin. Borazan got di van mulaqatan de jî tê xuyakirin ku rêveberiya şaredariyê xwedî niyetek xerab e. 
 
MA / Adnan Bîlen