HDP’ê ji bo çandiniyê pêşnir kirin

img
ENQERE - Komîsyona Çandiniyê ya HDP’ê bal kişand ser bergiriyên ji bo sektora çandiniyê yên di pêvajoya vîrûsa korona de nehatin girtin û got: “Ev rewş wê pirsgirêkên mezin bi xwe re bîne.”
 
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Mêrdînê û Berdevkê Komîsyoan Çandiniyê Dr. Ridvan Tûran, derbarê pirsgirêkên di sektora çandiniyê de ji ber vîrûsa korona rû bidin de, daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê de, hat diyarkirin ku pandemiya vîrûsa korona (Kovîd-19) hat îlankirin, gelek bergirî hatin girtin, lê di sektora çandiniyê de tu bergirî nehatin girtin û wiha hat gotin: “Ev rewş pir girînge û wê pirsgirên cîdî bi xwe re bîne. Ji ber ku çandinî sektorek stratejîke û dema hilberîner ji hilberînê qut bûn û şûn, wê dûre dema hilberîna çandiyê pir zor û zehmet bibe. Ji bo parastina xurekê divê polîtîakyên kurt, navîn û dem dirêj ên çandiniyê bên nirxandin û berî ku dem bê windakirin, pêwîste bergirî bên girtin.”
 
Di daxuyaniyê de pirsgirêkên karkerên demsalî jî hat nirxandin û wiha hat ravekirin: “Di serî de ji bajarên kurdan ji gelek bajarên cuda karkerên çandiniyê yên demsalî bi malbatên xwe re ji bo palehiyê koçî bajarên rojava kirine. Di konên ne paqij de nêzî 10-15 ked dimînin. Ji ber vê yekê bi rîska vîrûsa koronayê re rû bi rû ne.”
 
Pêşniyarên HDP’ê yên ji bo bergiriya sektora çandiniyê bên girtin wihan e:  
 
“*Divê hemû destekkirinên sala 2019’an demildest bên dayîn. 
 
*Divê hemû destekkirinên mehsûlên çandiniyê û sewalkariyê bên zêdekirin. 
 
*Divê hemû kedkarên çandiniyê di şert û mercên paqijde bên xebitandin. 
 
*Divê şert û mercên Karkerên Çandiniyê yên Demsalî bên başkirin û bergirî bên girtin.
 
*Divê hemû kesên di xebatên çolterî de cih dgirin, di çarçoveya ewlekariya civakî de bên girtin. 
 
*Divê virûtina mehsûlên di koma bi risk ya ji bo derveyî welat bên qedexekirin.
 
* Divê deynê çotkaran weke deynê cemawerî bê qebûlkirin û ji aliyê dewletê ve bê dayîn. 
 
*Divê pêşiya zêdebûna bihayên bêmaf bên girtin û hwd.”