Rewşa karkerên lojîstîkê di xetereyê de ye

img

STENBOL – Serokê Giştî yê DGN-SEN'ê Mûrat Bostanci, diyar kir ku li depoyên mexazeyên ji ber vîrusa coronayê hatine girtin mesaiya karkeran hatiye zêdekirin û got, rojek berî rojekê divê bi awayekî biheq destûra karkeran bê dayîn. 

Piştî vîrusa coronayê li bajarê Wûhan ê Çînê derket, di demek kurt de li seranserê cîhanê belav bû. Ji ber vê li Tirkiyeyê jî deverên ku mirov lê kom dibin hatin girtin. 
 
Serokê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Depo, Lîman, Tersane û Behrê (DGD-SEN) Mûrat Bostanci, anî ziman ku ji ber vîrusa coronayê gelek mexaze hatine girtin lê belê ji ber firotina li ser înternetê karker li depoyên mexazeyan zêde tên şixulandin. 
 
JI SEDÎ 90'Ê KARKERAN DIŞIXULIN 
 
Bostanci, diyar kir ku ji sedî 90'ê karkerên depoyan dişixulin û got: "Li gelek kargehan tevdîr nayên girtin. Ji ber tevdîr nayên girtin tenê bi awayekî sûkî dezenfekte tê kirin û maseyên wan dûrî hev kirine. Her wiha daxwazên wan ên ji bo destûra biheq esas nayên girtin." 
 
‘TEVDÎRN BAŞ NAYÊN GIRTIN' 
 
Bostanci, anî ziman ku krîz baş nayê birêvebirin û ev yek ji bo karkeran rîskek mezin e û got: "Niha dibêjin bira yên di ser 65 salan re derneyên derve, lê ciwan dixebitin û îhtimal e vîrusê li nav malbatê belav bikin. Li xwaringeha karkeran û di çûnhatina wan de qaşo divê mesafe metreyek be. Lê karker di nav hev de ne. Yanî tevdîrine baş nayên girtin." Bostanci, anî ziman ku di serdemine wiha de destûra bêheq û destûra salane li karkeran tê ferzkirin û keda wan tê xwarin. 
 
Bostanci, bal kişand ser pakêta Mertala Îstikrarê ya Aboriyê û got, ev pakêt ji bo patrona hatiye çêkirin, ji bo karkeran tiştek tê de tuneye. 
 
‘EWLEHIYA KARKERAN TUNE' 
 
Bostanci, anî ziman ku li hin kargehan piştî hin zextan şert û merc hinekî baş bûne û got, ev yek jî piranî li fîrmayên saziyîbûnî pêk tê. Bostanci, got: "Li depoyên ŞOK'ê hin endamên me dixebitîn. Li wir tiştên ecêb diqewimin. Herkê 100 TL pere li karkeran belav kirine û gotine 'karê xwe bidomînin.' Her wiha li depoyên Mîgrosê  jî 200 TL li wan belav kirine. Bi vî 100-200 lîreyî ewlehiya karkeran tê binpêkirin. Beriya her tiştî ewlehiya canî muhîm e. Lê belê patron guh nadin vê yekê." 
 
Bostanci, diyar kir ku demildest divê bi awayekî bi heq destûra karkerên depo û lojîstîkan bê dayîn û divê tevdîrine baş bên girtin.