Karkerên ku 168 rojên li ber xwe didin: Birçîbûn ji vîrusê talûketir e!

img

STENBOL – Karkerên ku bi axwaza vegerên karê xwe 168 roj in li ber Şaredariya Ataşehîrê çalakiya rûniştinê li dar dixin, li gel vîrusa koronayê jî çalakiya xwe didomînin. Karkeran got ku birçîbûn ji vîrusê talûketir e.

Karkerên Şaredariya Ataşahîrê ya CHP’î Melîke Şahîn û Alîşan Îpşîroglû, bi daxwaza ku vegerên karê xwe 168 roj in li ber şaredariyê çalakiya rûniştinê li dar dixin. Melîke Şahîn, nûnera cihê kar a Sendîkaya Karkerên Xizmetên Giştî (Genel-Îş) ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) e. Alîşan Îpşîroglû jî nûnerê cihê kar ê Sendîkaya Karkerên Ewlehiyê ye. Karkerên ku di çalakiyê de ne li gel ku bi hincetên cuda ji kar hatine derxistin jî diyar dikin ku ji ber xebatên xwe yê sendîkayê ji kar hatine derxistin.
 
BI BIRÇÎBÛNÊ TÊN EZMANKIRIN
 
Karkerên ku li gel hişyariya vîrusa koronayê ya ji bo îzolasyona civakî jî çalakiya xwe didomînin, diyar kirin ku heta mafên xwe bi dest bixin dê çalakiya xwe bidomînin. Karker Melîke Şahîn, bi lêv kir ku vîrusa koronayê wan ji berxwedana wan neke û wiha got: “Bi kar derxistina xwe re jixwe em bi birçîbûnê tên ezmûnkirin. Ewlehiya min a kar û tenduristiyê ji min hatiye girtin. Virûs ji vana ne talûketir e. Vîrus hebe jî em ê doza mafê xwe bikin û li ber xwe bidin. Tişta girîng ew e ku mirov ji bo kar, ked û rûmeta xwe li ber xwe bide.”
 
‘MIROV TENÊ TÊN HIŞTIN’
 
Karker Alîşan Îpşîroglû jî diyar kir ku ji destpêkê ve têkoşîna ne takekesî ye û anî ziman ku ew li dijî defandina takekesî û tenebûnê ya mirovan û empozekirina çanda bîatê disekinin. Îpşîroglû, destnîşan kir ku di têkoşîna li dijî vîrusa koronayê de mirov defî tenetiyê tên kirin û wiha got: “Di têkoşîna li dijî vîrusê de heke em di nav piştevaniyê de bin dê bi hêsanî ji bifilitin. Em di nav hewldana pişltevanî û yekitiyê de ne û dixwazin gotina xwe di vê miajrê wergerînin çalakiyê. Em ê heta dawiyê jî çalakiya xwe bidomînin.”
 
KEÇA WÎ JÎ JI KAR DERXISTINE
 
Di berdewama axaftina xwe de Îpşîroglû, da zanîn ku li Tirkiyeyê bi milyonanan karker bê qeyd dixebitin û ev tişt anî ziman: “Bi hinceta vîrusê keça min ji kar derxistin. Keça min fîrmayeke werzîşê dixebitî. Niha wê derxistine destûra bê pere. Bergiriyên ji bo vîrusê kêm in. Divê bêyî ku mirov biçin nexweşxaneyan xizmeta tenduristiye ya geştê bigirin. Di nav vê negirtina bergiriyan de rayedarên hikûmetê dixwazin xwe bêguneh nîşan bidin.”
 
MA / Tolga Guney