Aborînas Muftuoglû: Hikumetê şewbê veguherandiye fersenda sermayê

img

STENBOL – Aborînas Ozgur Muftugolû diyar kir ku vîrûsa koronayê li tevahiya cîhanê krîza aborî kûrtir kiriye û li Tirkiyê jî hikumetê li şûna berjwendiyên civakî lê têkildarî berjwendiya sermayê tevdîran girtiye. 

Vîrûsa koronayê (Kovid-19) li tevahiyê cîhanê bandorek neyînî li ser aboriyê dike. Li Tirkiyê jî vîrûsa koronayê bandorek mezin a neyînî li ser aboriya welat dike. Pisporên aboriyê diyar dikin ku bi belavbûna vîrûsa koronayê re krîza aborî ya li Tirkiyê û cîhanê kûrtir bûye. Aborînas Ozgur Muftuoglû bandora vîrûsê ya li ser aboriyê ji ajansa me re nirxand. 
 
‘TIRKIYE CIDÎ LÊ VÎRÛSÊ NANÊRE Û ABORÎ TÊK DIÇE’
 
Muftuoglû têkildarî krîza aborî ku bi vê şewbê re her diçe kûrtir dibe wiha got: “Di encama zextên di raya giştî de şewb hat qebûlkirin. Hin tevdîr hatin girtin. Lê dereng hat mayîn. Di eşkerekirina pakêtê aboriyê yê Erdogan eşkere kir ku hikumet bi awayek cidî li vê şewbê nanêre. Dema mirov li tevdîrinê ji aliye hikumetê ve hatine girtin dinêre, ne ji bo enduristî û selametiya civakê ango welatiyan tevdîr hatine girtin ev tevdîr bêtir ji bo berjwendiyên sermaye hatine girtin. Komên sermayê li ser vîrûsê berjwendiyê bi dest dixin. Gelek cih hatin girtin lê hin cihên aîdî komên sermayê nehatine girtin. Çima ev der nayên girtin? Êdî polîtîkayên neolîberal û polîtîkayên pere yên hikumetê ji van krîzan re nabin bersiv. Ev yek di aboriyê de tengasiyên cidî diafirînin. Ev yek jî bi xwe re pirsgirêkên civakî mezintir dike. Bi zirarek hindik dixwazin vê pêvajoyê derbas bikin. Wê li dijî berjwendiyên sermayê ku dixwaze karê qezenc bike, nerazîbûnên bi rêxisnkirî li pêş bikevin.” 
 
MA / Mehmet Aslan