KESK: Ji sedî 92’ê jinan rastî tundiyê tên

img

ENQERE - KESK'ê encama lêkolîna têkildarî 8'ê Adarê amade kiribûn aşkere kir. KESK'ê diyar kir ku nevîyê jinên ku tevli anketa KESK’ê ya “Lêkolîna Pirsgirêkên Bingehîn a Kedkarên Jin ên li Cihê Kargeriyan" bûne diyar kirine ku li cihê kar ji ber zayendiyê rastî tundiyê tên û ji sedî 92’ê jinan jî diyar kirin ku rastî tundiyê tên. 

Konfederasyona  Sendîkayên Kedkarên Cewaweriyê (KESK), di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de anketek amade kir. KESK'ê bi navê “Lêkolîna Pirsgirêkên Bingehîn a Kedkarên Jin ên li Cihê Kargeriyan" anket amade kir û li Navenda Giştî ya KESK'ê bi raya giştî re parve kir. Di civînê de Sekretera Jinan a KESK'ê Gulistan Atasoy axivî û wiha got: "Jin ji qada cemaweriyê tên dûrxistin. Li qada kar û xebatên cemaweriyê jin rastî tundî û cudakariyê tên. Di pêvajoyek ku tundî zêde dibe de em 8'ê Adarê pêş wazî dikin. Atasoy, anî ziman ku şer, militarizm, tundî, paşverû, xizanî û bêbawerî jiyana jinê dorpêç dike û dixwaze jinê dîl bigire. Atasoy, anî ziman ku êrîşên li ser destkeftiyên jinan bê navber berdewam dike û wiha got: "Di serhildanên gel ên li dijî şer, xizanî, betalî, koletî û wêrankirina xwezayê de jin di refê herî pêş de cihê xwe digirin. Em wekî jinên KESK'î di jiyana azad, wekheva de iskar dikin. Em ê vê israr û kelecana xwe di 8'ê Adarêde jî li qadan belav bikin. Em dê li nasnameya xwe ya jinê ku tê înkarkirin xwedî derkevin. Em dê bêjin xweza ez im, ya hilberînê dike ez im, ked ez im, ez jin im." 
 
BERNAMEYA KESK’Ê YA 8'Ê ADARÊ 
 
Atasoy, bernameya têkildarî 8'ê Adarê aşkere kir û wiha got: 
 
“* Em dê li kargeriyan jinan ziyaret bikin. Em dê civînên jinan li dar bixin. Em dê li pêş kargeriyan daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Em ê daxwazên jinan di 8'ê Adarê de bi jinan re parve bikin.
 
* Em ê di 4'ê Adarê de li hemû bajaran li pêş Midûriyetên Xizmeta Civakî û Xebatê ya Malbatan kom bibin û daxuyaniyê bidin çapemeniyê. 
 
* Di 7 û 8'ê Adarê de li hemû bajaran bi rêxistinên jinan, rêxistinên pîşeyî û partiyên siyasî re tev li mîtîngan bibin. 
 
 
Atasoy, anî ziman ku ji 25'ê Mijdarê heta niha di çarçoveya “Em dixwazin Azad û Wekhev bijîn" xebat meşandin û wekî KESKê bi navê "Lêkolîna Pirsgirêkên Bingehîn a Kedkarên Jin ên li Cihê Kargeriyan" ji 25'ê Kanûna 2019'an heta 15'ê Sibata 2020'an me li ser malpera webê anketek amade kir. Me di anketê de ji 62 bajaran û ji 84 saziyên pîşeyî yên cuda bi hezar û 792 jinan re hevdîtin kir. Di anketê de ji sedî 48 jin ji ber zayendiya xwe rastî tundiyê tên. Jin li cihê kar rastî tundî û cudakariyê tên. Li saziyên ku asta perwerdehiyê bilind dibe de tundî jî zêde dibe. Jin dîsa rastî tundiya devkî û fîzîkî ‘Mobing' tên. Ji sedî 92 jinên ku tev li anketê bûn diyar kirin ku rastî neheqî û tundiyê tên. 
 
Atasoy, bang li hemû jinan kir û xwest di 8'ê Adarê de li qadan bin.